Polîtîk

Berpirseke Emerîkî rola Serok Barzanî bilind dinirxîne

Serok Barzanî û Victoria Taylor Cîgira berê ya Wezîrê Derve yê Emerîka bo Karûbarên Iraq û Îranê dawîn pêşhatên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê gotûbêj kirin.

Di civînê de, Victoria Taylor amaje bi rola girîng a serok Barzanî kir û hewlên li gel Şam, HSD û nûnerê Emerîka yê taybet bo Sûriyê yên ji bo bicîkirina agirbestê û vekirina rêya diyalogê bi mebesta dîtina çareseriyan, bilind nirxandin.

*”Dixwazin aştî bi cî bibe”

Ji aliyê xwe ve, serok Barzanî ragihand ku ew dixwazin aştî û aramî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bi cî bibe û agirbesta di navbera HSD û Şamê de berdewam bibe, û herdu alî pabendî bicîkirina xalên rêkeftinê ji bo nehiştina şer û aloziyan bibin.

Serok Barzanî da zanîn, her tiştek bi destê wan derdiket, ji bo navbênkariya herdu aliyan û ji bo gihandina alîkariyên mirovî ji bo ziyantîdiyên, encam dane.

Back to top button