Civak

17 barhilgirên barkirî bi alîkariyan gihiştin Kobaniyê

Karwanekî alîkariyan ku ji 17 barhilgiran pêk tê îro gihişt bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê.

Ajansa Sana da zanîn ku ew alîkarî bi hemahingî di navbera komîta navendî ya bersivdana Helebê û Heyva Sor a Sûrî de bo Kobaniyê hate veguhestin.

Karwanê alîkariyan bi rêya dergehê Nûrelî li gundewarê başûrê Kobaniyê li ser rêya M4 derbasî bajêr bû.

Ew barhilgir barkirî bûn bi kelûpelên xwarinê û yên lojistîk.

Balkêş e ?
Close
Back to top button