Polîtîk

Şandeke hikûmetê ji bo qonaxa veguhêz derbasî balafirxaneya Qamişlo bû

Şandek ji ewlehiya navxwe û ewlehiya balafirxane û dergehan îro derbasî balafirxaneya Qamişlo bû.

Wezareta Navxwe ya Sûriyê da zanîn ku şandê fermandarê ewlehiya navxwe li Hesekê Emîd Merwan El-Elî û Rêveberê ewlehiya balafirxane û dergehan Eqîd Ehmed El-Ehmed li xwe digirt.

Wezaretê got jî ku ew şand li gel HSDê civiya ji bo wergirtina Rêveberiya balafirxaneya Qamişlo.

Wezaretê diyar kir ku ev gav tê di çarçoveya bicîkirina xalên rêkeftina di navbera hikûmetê û HSDê de.

Back to top button