Dorpêça li ser Kobanê berdewam e..

Hejmarek rêxistinên mafên mirovan daxuyaniyek derbarê berdewamiya dorpêçê li ser Kobaniyê derxist û got ku rewş berev çêbûna kirîzeke mirovî diçe.
Tora Kurdî ya Mafên Mirovan li Sûriyê û hejamrek rêxistinên din ên mafên mirovan û mafnasî daxuyaniyek debarê rewşa Kobaniyê derxist û hişyarî ji xerabûna rewaş mirovî li bajarê Kobaniyê da, taybet piştî berdewamiya dorpêçê ji beriya 20 rojan ve.
Daxuyaniyê got, tevî agirbesta ku hatiye ragihandin, lê tu guhertin li ser rewşa jiyana welatiyan çênebûye, û ta niha dorpêç û girtina rêyan berdewam e, û ev yek nahêle xwarin û derman û kelûpelên jiyanê yên sereke bighin bajêr.
*”Zarok, jin û bitemen bacê didin”
Daxuyaniyê tekez kir, berdewamiya birîn av, elektrîk û pêwendiyan, rewşa bi hezaran malbat xistiye metirsiyê de, taybet ji ber tirsa belavûbna nexweşî û çêbûna birçîbûnê, û zarok, jinên ducan û kesên bitemen baca herî mezin a vê rewşê datînin.
*Bang
Rêxistinan di daxuyaniyê de tekez kir, dorpêç û birîna rêyan li ser sivîlan, li gor yasayên navdewletî qedexe ye, û binpêkirinek ji mafên mirovan re ye, û xwest ku hemû tevgerên leşkerî yekser rawestin û alîkariyên mirovî yên bilez derbasî Kobaniyê bibin.


