Civak

Me 206 barhilgir derbasî kirine û alîkarî gihandine 6 bajarên Cizîrê

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li 6 bajarên Cizîra Rojavayê Kurdistanê alîkarî li ser koçberên ku ji ber şer reviyane belav kirin.

Dezgehê dibistan û mizgeftên wan 6 bajaran temam kirine, niha dest bi belavkirina alîkariyan li ser koçberên ku li nav taxên bajaran dike.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî amarên karê xwe li Cizîrê belav kirin, ta niha bi vî şêweyî ne:

*206 barhilgir derbas kirine 6609 malbat li 150 dibistanan ji alîkariyên cuda sûdmend bûne

*5969 malbatên sûdmend ji mazotê 198657 lîtr mazot li ser 169 dibistan û 9 mizgeftan hatine belavkirin

*3160 nexweş li 41 dibistanan hatine dermankirin*

*19979 jemên xwarinê li 52 dibistan û 3 mizgehftan hatine belavkirin

*Derfetên kar

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî diyar kir ev amar ji 20 mehê ta roja 28ê Çileyê demjimêr 12 şevê ne û tekez kir, ku 418 derfetên kar ji ciwanan re peyda kirine.

Back to top button