Civak

Li Diyarbekir hewldana êrîşê avahiya polisan ..!

Li Diyarbekirê du kesên nenas hewldan bi bombeyek destçêkirî êrîşê avahiya sereke ya polisan bikin.

Li gorî daxuyaniyek ji Walîtiya Dîyarbekirê, bûyer di 25ê Çileya 2026an de, derdora saet 8:15ê êvarê qewimî. Teqemeniyek destçêkirî li ser rêya ku ber bi deriyê giştî yê avahiya sereke ya polîsan ve diçe, hatiye avêtin.

Lêkolînên destpêkê eşkere kirin ku du kesên rûpoş piştî bûyerê bi lez û bez ber bi kolanên derdorê ve reviyan. Tîmên pispor ên ku li cihê bûyerê dixebitin destnîşan kirin ku teqemeniya destçêkirî ti zirar nedaye.

Back to top button