Nivîsar

Şerê li Helebê …!

Helebê bajareke Sûriye û gelek kurd li Helebê niştecîne. Piraniya kurdên ku li Helebê niştecîne ji devera Efrînê û çiyayê Kurmêncin. Ji ber ku navçeya Efrînê girêdayê bajarê Helebê ye. PKK çewe ku di nava kurdên rojava de xedî bandor e li bajarê Helebê jî xwedî bandore. Çekdarên wan hene û li gora xwe jî rêveberiyek pêkanîne. Dema rejima Esad hate rûxandinê li Helebê taxên Şêxmaqsud û Eşrefiyê di destê çekdarên PKKê de ma û li gora li hevhatinek navbere rejima nû ya Sûrî û PKKê de wan li van taxan reveberiyek avakirin û bandora xwe berdwam kirin.

Niha rejima Şamê dixwaze PKK çekdarên xwe ji van taxan derêxin û ew herin bakurê Firatê. Yanî herin herêmên di bin destê HSDê de.

Şerê îro navbera rejima Sûrîye û çekdarên PKKê li Helebê derketî ev e. Feyda vî şerî ji kesekîre tûneye û şerek bê wateye. Kurd têne kurştin, kurdên niştecî ji cih û warên xwe diterikînin û dibin penaber, di vê zivistanê zarokên wan ji xwendinê dimînin û li hire û dera hanê hewldidin bi awayekî jiyana xwe berdewam bikin û perîşan dibin. Yanî kurtahî ev şerê bê wate zererek mezin dide kurda.

Ji aliyek din ve ,tê îdiakirin ku, gelek çekdarên PKKê ku ji qendil hatine, hinek çekdarên rejima berê ya Esad û hevalbendên Hizbullaha Libnanî li van deveran xwe vedişêrin. Ev îdiaye çikas raste ,ne raste di bingehê xwe de gelek kesên siyasetê ve mijûlin dizanin. Lê herkes xwe bê deng dike, belkî ev jî siyaseteka dine. Lê gerek Kurd bizanin û têbigihin siyaseta ku PKK rêve dibe ji kurda behtir di xizmeta hinek cihên din de ye. Tu cara armenca siyaseta wan nebûye berjewendiyên netewî yên Kurda. Eger ev yek bê zanîn û li gora wê bê tevgerandin ,ihtimala Kurd ji kumkojiyekî xilas bibin bêhtir dibe.

Rejima Sûriye ku îro heyî, rejimek wek her rejimê dewletên ku kurd dabeş kirîn dagirker e. Tu gotubêj di vê derberê de nayê kirin. Lê em ji bîr nekin ku, her demî PKKê xwe parastiye van dagirkeran û zerer daye xeta netewî ya tevgera azadixwaz a Kurdistanê.

Nabê bi awayek hissî mirov li van meseleyan binirxîne. Ji aliyekî ve ihtimalek mezin heye ku, ev tevgera îro li van herdu taxên Helebê dibe muhasebeyek di nava PKKê bi xwe de bê jî. Ew Ocalanê bi her minasebetê daxûyaniya ji Îmralî dide, di vê pirsê de heta niha bê denge. Gelo kesek sedemê vê yekê dipirse?

Girêdanek van bûyeran bi Pêvajoya li Tirkiye û bakurê Kurdistanê ku bi navê “Tirkiyeya Bê Teror” destpêkiri ve heye yan tûneye? ev jî pirsek din e..

Pîştî ev şer destpêkirî, zêdeyî 20 hezar malbat koçber bûne û berê xwe dane Efrînê, dezgehê xêrxaziya Barzanî bi hemû imkana xwe hewldide arikariya van malbata bike ku, birçî nemînin û bi cihbibin.

Ji aliyek din ve,serok Barzanî li gel serokê Sûrî û nûnêrê taybet yê Amerikayî axivî ji bo Kurdan li vê deverê ji karasetek din xilas bike. Wek din daxûyaniyên bi hemaset tu avekî di vî agirekî de nake û kurda ji malwêraniyê xilas nake.

Divê rastiya heyî bê dîtin li gora wê jî helwestek bê danîn. Gelek balkêşe ku, piştî serdan Mazlûm Ebdî rojekî û herweha piştî civîna Îsraîl, Sûrî û DYA li Fransayê ev êrîşa çekdarên rejima Sûriye ya van herdu taxan pêkhat.

Em hemû dizanin dawîya vî şerî dê li hevhartin be, çekdarên PKKê dê vekişin. Lê Kurdên sivîl ku hatîn kuştin, dehê hezarên ku terka malên xwe kirîn dê bi xûsara xwe bimînin.

Rewş ne başe û herkes bi awayekî bi gotina dibêje dimîne, lê kurd diêşin û zererekî mezin dibînin.

Bila kesek xwe nexapîne û behsa serkeftinek, di van bûyeran de neke..!

10.01.2026

Nêrîn/ Şirove

Balkêş e ?
Close
Back to top button