Polîtîk

Gelo DEM bo li dijitiya DYA dike û pişgiriya Maduro dike..

Berpirsên komisyona pêwendiyên derve yên DEM partiyê Ebru Gûnay û Berdan Ozturk di derbarê girtina serokê Venezuelayê ji aliyê DYA ve daxûyaniyek ragihandin. Rastî ev daxûyaniyek gelek balkêş bû. Herweha ev delilek bû ku cardin wek gelek caran hate ispatkirin ku, tu pêwendiya vê partiyê pirsa Kurd ve tuneye û her daim li dijê berjewendiyên netewî yên Kurda tevdigerin. Gotina berdevkên DEMê ne gelekî girîng e, lê dijitiya DYA û Trump ji bo xatirê Maduro dikin, ev di vê pêvajoyê degelekî balkêşe.

Ev Maduro gelek pêwendiyên baş li gel Tirkiye, Iranê û rejima Esad a Sûrîye hebûn. Gelek bi rêyên cur bi cur alikariya van welatan dikir û heta tedariya wan a li ser kurdan diparast û ji bo kiryarên wan li dijî Kurdan wesfê wan dida.

Herkes dizane ku, niha halê hazir de li Kurdistana Rojava û beşek li ser axa Sûriye DYA pişgiriya HSDê dike, çekan dide wan, aliyê ekonomik te wan finanse dike û îro eger li Sûrîye HSD behsa mafekî dike ji saya serê DYA ye. Başe DEM ji bo çi dijitiya Amerikayê dike? Di serokatiya DEMê de  piranî çepên Tirkin û Kemalistin. Ew tebietê xwe de li dijê DYA nin û bi navê sosyalizmê hevalbendiya hinek welatên wek Venezuela dikin. Ev ji kurda behtir berjewendiyên kûr ên dewleta Tirk diparêzin. Heta her çikas eşkere nabêjin lê li dijê vê ”pêvajoya” heyîne jî.

Ji aliyek din ve Tirkiye û gelek gurubên li dijî Kurda vê helwesta DEMê bi kar tînin û hewldidin vê helwesta DEMê bikin sedem û Amerikayê cardin bikin dijminê Kurdan.

Back to top button