Îsrail û Suriye li Parisê di çavderiya DYA de li hev kirin

Îsraîl û Sûriyeyê bi çavdêriya rasterast a Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê li ser damezrandina odeyeka têkiliyan hevpar li hev kir.
Armanca sereke ya mekanîzma nû hevahengîkirina di warê lihevguhertina zanyarên hewalgirî û kêmkirina aloziyên leşkerî yên di navbera her du welatan de ye.
Li gorî daxûyaniyeka Wezareta Derve ya Amerîkayê, ev peyman piştî civîna berpirsên payebilind ên her du welatan li Parîsê hat.
Erkê Odeya Hevpar dê hêsankirina ji bo têkiliyên berdewam, pêşxistina hevahengiya dîplomatîk û vedîtina derfetên bazirganiyê be, herwesa dê bibe platformek ji bo çareserkirina bilez a nakokiyan û dê rêyê li çêbûna her fêmkirineka şaş li ser sînoran bibigre.
Nivîsîngeha Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu tekez kir ku, hevdîtinên dîplomatîk bi Sûriyeyê re ku ji berî demekî hatibûn rawestandin, cardin hatin destpêkirin. Îsraîl di vê qonaxê de girîngiyeka taybetî dide dabînkirina Ewlehiya sînorên xwe û parastina kêmaniya Durzî di hundirê axa Sûriyeyê de.
Aliyê Îsraîlî amaje jî daye ku, ew geşbîn in ku ev hevahengî dê bibe sedema tenahiyeka demdirêj li deverê.
Herwesa aliyê Sûriyeyê jî vê pêşengiyê wekî derfeteka dîrokî ji bo pêşxistina pêvajoya aştiyê wesif dike. Karbidestên Sûriyeyê amaje daye ku, ev pêşengî daxwaza rawestandina yekser a hemî çalakiyên leşkerî yên Îsraîlê dike, herwesa Şamê şertê wê yekê danaye ku ji bo her pêşketineka stratejîk, divê bernameyeka demkî ya diyarkirî û pabendker ji bo vekişîna tevaya hêzên Îsraîlê ji bo pişt xetên berî 8ê Berçileyê hebe.
Daxûyaniya hevbeş a civîna Îsrail û Sûrî:
Di bin çavdêriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de, berpirsên payebilind ên Îsraîl û Sûriyeyê li Parîsê civiyan.
Serkêşiya Serok Donald J. Trump li Rojhilata Navîn rê li ber nîqaşên berhemdar vekir ku li ser rêzgirtina serwerî û aramiya Sûriyeyê, ewlehiya Îsraîlê û bidestxistina serfiraziyê ji bo her du welatan disekinin.
Dewleta Îsraîlê û Komara Erebî ya Sûriyeyê gihîştin van lihevkirinan:
Aliyan pabendbûna xwe ya ji bo şopandina rêkeftinên ewlehî û aramiya mayînde ji bo her du welatan ji nû ve piştrast kirin.
Aliyan biryar dan ku mekanîzmayek hevrêziyê ya hevbeş – şaneyek têkiliyê ya taybet – ava bikin da ku hevrêziya tavilê û berdewam di warên parvekirina îstîxbaratê, kêmkirina aloziya leşkerî, tevlêbûna dîplomatîk û derfetên bazirganiyê de, di bin çavdêriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de, hêsan bikin.
Ev mekanîzm dê wekî platformek ji bo çareserkirina her nakokiyek bi lez û bez û pêşîgirtina li têgihîştinên xelet xizmet bike.
Dewletên Yekbûyî van gavên erênî pesnê xwe dide û pabendbûna xwe ya ji bo piştgirîkirina pêkanîna van lihevkirinan di çarçoveya berfirehtir a hewildanên ji bo bidestxistina aştiyek mayînde li Rojhilata Navîn de ji nû ve piştrast dike.
Dema ku dewletên serwer bi awayekî rêzdar û avaker hevkariyê dikin, serfirazî esas digire.

