Artêşa Israîlê derbasî bajarokekî Quneytirayê bû.

Jêderên xwecihî li Quneytirayê da zanîn, vê sibehê artêşa Israîlê derbasî bajarokê Sêda Hanût li gundewarê Quneytirayê bû, û hilmeteke pişkinînê li nava bajarok encam da.
Li gor jêderan, di dema pişkinînan de, tevgereke zêde ya dron û balafirê şer ên Israîlê li esmanê deverê hebû.
Jêderan diyar kir, piştî encamdan pişkinînan li nava malan li bajarok, hêzên Israîlê berev xaleke xwe ya nêzîk li deverê vekişiyan.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di raportekê de got, di meha Berçileya 2025an de artêşa Israîlê 71 operasyonên derbasbûna bejayî li gundewarên Quneytira û Derayê li Başûrê Sûriyê encam dane, li gel gerên esmanî yên balafirên şer û dronan.
Fermandarê devera Bakur di artêşa Israîlê de gotibû ew nahêlin teror li ser sînorê wê bi Sûriyê re cih bigire û ew ê di operasyonên pêşwext de berdewam bin.


