HSD bi rayedarên hikûmeta Şamê re civiya.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HSD), Mezlûm Ebdî, roja Yekşemê gihîşt Şamê û bi rayedarên hikûmeta Sûriyeyê re civiya.
Ferhad Şamî, berdevkê fermandarê giştî yê Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê, got.daxûyaniyeka xwe de got:
“Tiştên ku li derveyî çarçovê têne weşandin encama civînê nîşan nadin”
“Şandeyek ji fermandariya hêzên me, Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HSD), di çarçoveya hevdîtinên li ser yekbûna leşkerî de bi rayedarên hikûmeta Şamê re civiya,”
“Hêzên me tekez dikin ku hûrgulî û encam dê piştî temamkirina şêwirmendiyan bi fermî werin ragihandin. Tiştên ku li derveyî vê çarçovê têne weşandin rastî û naveroka civînê nîşan nadin,”
“Hevdîtin dê li ser bingehek profesyonel û berpirsiyar werin kirin, da ku encamên rast û lêkolînkirî garantî bikin, aştî û aramî di pêşanîyê de ne,”
Di 10ê Adara 2024an de, Mazlum Ebdî û Ehmed Şera li Şamê civiyan û peymanek îmze kirin. Piştre wan komîteyek hevbeş ji bo pêkanîna xalên civînê ava kirin.
Di nav şandeyê de Mazlum Ebdî, fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Suzdar Derk û Sîpan Hemo, endamên fermandariya HSD hene.
Medyaya fermî ya Sûriyeyê: Her du alî li hev kirin ku hevdîtinan bidomînin
Medyaya fermî ya Sûriyeyê li ser zimanê rayedarekî ji hikûmetê got: “Her du alî li hev kirin ku pêkanîna peymana 10ê Adarê bişopînin.”
Ev yekem civîna asta bilind a di navbera her du aliyan de ye. Li gorî daxuyaniyek ji aliyê HSD ve hatiye dayîn, mijara sereke ya civînê mijara yekkirina hêzan di asta leşkerî de ye.
Serdan di demekê de tê ku berê çend caran di navbera rêveberiya xweser û hikûmeta Sûriyeyê de hevdîtin çêbûne, lê mijara yekkirina hêzên leşkerî û çawaniya fermandariya wan yek ji xalên nakokiyê di navbera her du aliyan de bû.


