Cîhan

Xelatên Nobelê yên 2025an li Stockholmê

Li Stockholmê, paytexta Swêdê, Xelatên Nobelê yên 2025an ên Fîzîk, Tip, Kîmya, Aborî û Wêjeyê di merasîmekê dedan xwediyê xwe..

Merasîm li Hola Konserê ya Stockholmê (Konsert Huset) hate lidarxistin û Malbata Qraliyeta Swêdê, Serokwezîr Ulf Kristersson, wezîr, nûnerên partiyan, nûnerên biyanî, xwediyên xelatan û gelek mêvanên din beşdar bûn.

Xelat ji hêla Qral Carl XVI Gustaf ê Swêdê ve hatin dayîn.

Xelata Nobelê ya Fizîkê ji John Clarke, Michel Devoret û John Martinis re hat dayîn; Xelata Nobelê ya Kîmyayê ji Susumu Kitagawa, Richard Robson û Omar M. Yaghi re; Xelata Nobelê ya Tipê ji Mary Brunkow, Fred Ramsdell û Shimon Sakaguchi re; Xelata Nobelê ya Aboriyê ji Joel Mokyr, Philippe Aghion û Peter Howitt re; û Xelata Nobelê ya Wêjeyê ji Laszlo Krasznahorkai re.

Xelata Aştiyê, li gorî wesiyeta Alfred Nobel, li Osloyê ji hêla Jørgen Vatne Fridnes, Serokê Komîteya Nobelê ya Norwêcî ve hat dayîn. Xelat ji Ana Corina Sosa, keça xwediyê Xelata Nobelê Maria Corina Machado re hat dayîn.

Xwediyên Xelata Nobelê dîplomayek, madalyayek Nobelê û xelatek a 11 mîlyon kronê Swêdî wergirtin.

Back to top button