PolîtîkRojev

Ocalan rexneyên derbarê pêvajoyê de wek sabotaj kirina pêvajoyê dinirxîne

Ocalan gotiye, “Ev pêvajo pêvajoyeke tevlîbûna Kurdan a bi rêya hiqûqî li komarê ye, avakirina komara demokratîk a bi hevgirtineke berfireh a civakî ye.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Ocalan encamên erênî yên hevdîtina bi Komîsyona Meclîsê re pêk hatî nirxandin e. Li gorî daxuyaniyê, Ocalan bal kişandiye hewldan û gotinên demên dawî li dijî pêvajoyê têne kirin û ev weke sabotajê nirxandiye.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Ev rewşek wekî mekanîzmaya darbeyê di tevahiya pêvajoyan de derdikeve holê . Ev ne xebatek klasîk a darbeyê ye. Mîna hemleyek li hemberî hewldanên pêvajoyê pêş bixin, derdikeve holê. Divê wekî hewildanên avakirina rewşek xeternak û talûke bên fêhmkirin. Di roja me de ev derdor dewamiya hêzên derveyî normê yên dewletê ne. Li aliyê din li hemberî kevneşopiya mîna rêbazeke çand, siyaset, rêxistinbûna nepenî û eşkere ya weke şêwazek darbeyê dixebite ku sed sala dawî ya Tirkiyeyê teşe kiriye, îradeyek siyasî û civakî jî derketiye holê û ev îrade bi hêz dibe.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Ocalan bal kişandiye ser pêşketinên pêvajoyê û ev nirxandin kirine:

“Mûdaxileyên derveyî demokrasiyê û şideta siyasî wê bi derxistine qanûnek aştiyê ya li ser bingeha hiqûqa piralî ji rojeva Tirkiyeyê derkeve. Di vî alî de daxuyaniya me ya 27’ê Sibatê bernameyek rê nîşan dide ye. Tevahiya gavên bi vê armancê hatine avêtin, berpirsyariya me girtiye ser milê xwe nîşaneya armanca me ya jiyana hevpar e. Li Tirkiyeyê hemû derdorên siyasî û civakî yên dixwazin şensê rêvebirin û desthilatdariyê rast bi kar bînin divê bi helwestek durist nêzî pirsgirêkên siyasî bibin û bibin nîvekarê çareseriya demokratîk. Ev pêvajo tê wateya ku Kurd bi rêya hiqûqê tevlî komarê bibin û bi beşdariya herî berfihek a civakî komarek demokratîk bê avakirinê. Ez dixwazim bêjim ku em xwediyê îrade û biryarek xurt a pêşxistina pêvajoyê ne.”

Back to top button