Civak

Serok Barzanî diçe Cizîra Botan

Serokê Zanîngeha Şirnexê ji Rûdawê re ragihand ku Serok Mesûd Barzanî dê li navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexê beşdarî Sempozyûma 4emîn a Navneteweyî ya Melayê Cizîrî bibe.

Sempozyûma 4emîn a Navneteweyî ya Melayê Cizîrî îro li navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê dest pê dike.

Sempozyûm dê 2 rojan bidome û ji çar aliyên welêt, Tirkiye û cîhanê mêhvan ji bo sempozyûmê hatine vexwendin.

Serokê Zanîngeha Şirnexê Prof. Dr. Abdurrahîm Alkiş doh ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku Serok Mesûd Barzanî jî yek ji wan mêhvanan e ku ji Başûrê Kurdistanê ji bo sempozyûmê hatiye vexwendin.

Prof. Dr. Abdurrahîm Alkiş got:

“Me bi rêya Ofîsa Pêywendiyan a Baregeha Barzanî, Serok Barzanî vexwendiye sempozyûmê û bi egera ji sedî 90 dê bê Cizîrê û beşdarî sempozyûmê bibe.”

Alkiş diyar kir ku çendîn mamoste û akademîsyenên zanîngehên Herêma Kurdistanê jî ji bo sempozyûmê hatine vexwendin û dê di sempozyûmê de gotarên xwe pêşkêş bikin.

Alîkarê Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê jî beşdar dibe

Serokê Zanîngeha Şirnexê da zanîn ku mêhvanekî din ê sempozyûmê jî Alîkarê Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Munîr Karaoglu ye û ji akademîsyenan heta rewşenbîran, ji hunermendan heta birêvebirên xwecihî, parlamenter û siyasetmedaran gelek kesayet dê di sempozyûmê de amade bin.

Bername dê li Salona Konferansê ya Otela Dedemanê ya li Cizîrê were sazkirin û dê beşdar 2 rojan di sempozyûmê de bi panel, gotûbêj û gotarên xwe behsa kesayet û helbestvanê navdar ê Kurd Melayê Cizîrî bikin ku di dîroka Kurdan de xwedî cihekî girîng e.

Back to top button