PolîtîkRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan

Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li Mezlûm Ebdî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriye Demokrat (HSD) kir.


Di civînê de, pirsgirêka Kurd û rewşa pêkhateyên din yên li Sûriyê hatin gotûbêjkirin. Herwiha li ser diyaloga HSDê digel Şamê, gef û metirsiyên terorê û rûbirûbûna DAIŞê de, danûstandina bîr û ramanan kirin.


Serok Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser pêwîstiya yekrêziya aliyên Kurdî û çareserkirina pirsgirêkên wan bi rêya diyalog û lihevkirinê kir; ji bo ku mafê gelê Kurd li Sûriyê parastî be.


Li aliyê xwe, Mezlûm Ebdî, rûmeta xwe ji bo piştgiriya Serok Nêçîrvan Barzanî li mafên gelê Kurd li Sûriyê û hewlên wî yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan digel Şamê, dubare kir.

Back to top button