Nivîsar

Barzanî bi xêr û silamet werê

Li Diyarbekirê hevdîtina serokwezîrê Tirkiye û serokê Kurdistanê girînge. Serdana Mesud barzanî serokê Kurdistanê ya Diyarbekir ji bo herêmê dikare bibe hêviyek nû, hêviya berdewambûna prosesa sekinandina şerê qirêj.
 
Tê zanîn ku gelek caran serokê Kurdistanê û serokwezîrê Kurdistanê serdana Tirkiye kirinê. Li Enqere û Stanbolê serokkomarê Tirkiye, serokwezîrê Tirkiye û rayadarên Tirkiye re hevdîtin pêkanîne.

Lê ev cara yekeme ku serokwezîrê Tirkiye serokê Kurdistanê bi minasebeta hinek rewrisma vexwand Diyarbekir.

Yanî Barzanî serdana Kurdistana Bakur bajarê Diyarbekirê dike. Nabê ku tu aliyek siyasî û taybetî BDP û KCD vê yekê bi çewtî binirxînin û li himber vê yekê helwestekî ne baş ragihînin.

Erdogan bi çi hesabê siyasî Barzanî vexwandibe Diyarbekir aliyek yê vê serdanêye. Lê Kurd li Diyarbekir dikarin vê serdanê bikin bûyerek dîrokî  û ji bo berjewendiyên Kurdan bikin gavek  pêş.

Bê guman gelek aliyên siyasî bi hesabên rojanê vê serdanê dinirxînin û helwestan diyar dikin. Gazindên serokê KCD Ehmet Turk di vê derbarê de ne di cih de ne. Di axavtina Turk  di derbarê serdana Barzanî de kirî ji gazindan wêdetire. Eger BDP/KCD bixwaze ev seredan bibe gavek dîrokî bila bi girsehî bi nirxên Kurdistanî pêşwaziya serokê Kurdistanê bikin.

Barzanî wek serokê herêma Kurdistanê serdana Diyarbekir dike. Ev yek bi serê xwe destkeftiya herî bi naverokê ji bo gelên Kurdistanê.

Tevgera Ciwanên Kurdistanê bi minasebeta serdana serokê Kurdistanê bi rêya sosyal medyayê daxuyaniyek belav kir û daxwaz ji Diyarbekiriya kirin ku bi ala Kurdistanê pêşwaziya serokê Kurdistanê bikin. Ev helwestek netewiye û dê ev çelakiya Ciwanên Kurdistanê bibe bersiva hemû rexne û gotubêjin di vê derbarê de dibin.

Li herêmê û taybetî li Iraqê û Suriye  pêvajo Kurdistana Başûr ber bi ragihandina dewletekî Kurdî ve dibe. Ji bo vê jî naskirina vê dewletê ji aliyê dewletên herêmê ve gelekî girînge heta pêwistiyeke. Ev pêwendî û seredan dikare bibe zemînek ji bo vê yekê ve jî.

Ev seredan dikare Diyarbekirê bike sembola aşitiyê.

Du hunêrmendên navdar li Diyarbekirê di huzura serokê Kurdistanê û serokwezîrê Tirkiye de wê Kurdî bistirînin ev jî dikare li guhê gelên aşitîxwaz gelekî xweş werê.

13.11.2013

Dara Bilek

 

Back to top button