Polîtîk

Serokwezîrê Kurdistanê pêşwazîya konsulê nû yê Almaniyayê kir

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, îro roja sêşemiyê 12.11.2013ê li bajarê Hewlêrê, digel konsulê nû yê Almnaiyayê bo herêma Kurdistanê civiya.

Bi minasibeta destbikarbûna wî weke konsulê nû yê Almaniyayê bo herêma Kurdistanê, Alfred Sîms serdana civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê kir û ji aliyê serokwezîrê Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.

Di civînekê de, têkeliyên navbera herêma Kurdistan û Almaniyayê û çewaniya pêşxistin û berfirehkirina wan têkeliyan di hemû waran de hat behis kirin û her du aliyan li hemebr pêşkeftin û bilindbûna sewîyeya têkeliyan dualî kêfxweşia xwe nîşan da.

Rewşa siyasî û emnî ya Îraqê, rewşa Rojhilata Navîn û kirîza Suriyeyê û pirsa penaberên surî yên li herêma Kurdistanê, têkeliyên digel dewletên cîran bi taybetî digel Tirkiyeyê û pirojeyên hevbeşên di warê enerjiyê de û digel pirsa hilbijartinên vê dawiyê yên meha îlonê îsal yên parlamnetoya Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû a hikûmeta herêma Kurdistanê hatin minaqeşe kirin.

 

Konsulê nû yê Almaniyayê got ku, ew dê serdana kampên penaberên rojavayê Kurdistanê yên li herêma Kurdistanê bike û  behsa wan hevkarî û alîkarîyan kir yên ku welatê wî bi rêya Neteweyên Yekgirtî û rêxistinên navdewletî pêşkeşî penaberên surî dike.

Konsulê konsulxaneya Almaniyayê a li herêma Kurdistanê sipasiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku, xwendingeheke almanî li herêma Kurdistanê vekiriye.

Serokwezîrê Kurdistanê kêfxweşiya xwe li hember pêşkeftina têkeliyên bi welatê Almaniyayê di hemû waran de kir û tekîd kir ku hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwaziyê li sermayedar û kompaniyên almanî ji bona encamdana pirojeyên xizmetgozariyê li herêma Kurdistanê dike.

Back to top button