Encamên rapirsîna ku,”Kîjan partî dê pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike?”

Dezgehê Lekolîn û Şêwirmendiyê ASAL rapirsînek li darxist û encamên balkêş derketin holê.
Di rapirsînê de ev pirs hate kirin: Gelo li gora dîtina we pirsgirêkên Tirkiye yên heyî kijan partî dikare çareser bike?
Encaman nezelaliyek girîng di nav hilbijêran de der barê şiyana wan a dîtina çareseriyan di nav aktorên siyasî yên heyî de eşkere kir.
JI SEDÎ 36: “TU PARTÎ NIKARE”
Dîtina herî balkêş di rapirsînê de ew bû ku ji sedî 36ê beşdaran bawer dikirin ku partiyek tune ku bikaribe pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike. Ev rêje kêmbûnek girîng di baweriya bi partiyên siyasî de nîşan dide, û hilbijêr her ku diçe bêtir li çareseriyan digerin bêyî ku girêdana wan tu partiyan re hebe.
JI SEDÎ 23.2 DIBÊJIN AK PARTÎ
Di nav kesên ku navê partiyekê danîn de, AK Partî di rêza yekem de bû. Ji sedî 23.2ê beşdaran gotin ku AK Partî ew partî ye ku dikare pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike. Ev rêje eşkere dike ku ji çaryeka zêdetir a hilbijêran hîn jî li gorî kevneşopiya partiya desthilatdar çareseriyekê hêvî dikin.
JI SEDÎ 19.6 DIBÊJIN CHP
Ji sedî 19.6ê beşdaran gotin ku CHP ew partî ye ku dikare pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike. Ev encam nîşan dide ku CHP dîsa di nav muxalefetê de xwedî asta herî bilind a baweriyê ye.
RÊJÊN PARTÎYÊN DIN
Bersivên din ên ji bo pirsa “Kîjan partî dê pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike?” ev in:
Partiya DEM: ji sedî 4.4
MHP: ji sedî 3.1
IYI Partî: ji sedî 2.6
Partiya Zafer: ji sedî 1.8
Partiya Refahê: ji sedî 1.4
Partiyên din: ji sedî 2.2
Ji Sedî 5.7 jî bê helwestin..


