Polîtîk

Komisyon Îro dicive..!

Komîsyona Neteweyî ya Hevgirtin, Biratî û Demokrasiyê îro civîna xwe ya 17mîn li dar dixe. Di civînê de, MIT,Wezereta Bergirî û Wezareta Karên Navxweyî dê pêşkêşiyan bikin ji bo nirxandina gavên ewlehî û entegrasyonê yên piştî pêvajoya ” Tirkiyeya Bê Teror”.

Komîsyona Neteweyî ya Hevgirtin, Biratî û Demokrasiyê dê îro civîna xwe li dar bixe, ya ku ji ber mirina 20 leşkeran di firokeyeke barhilgir a leşkerî ya Tirkiyeyê de ku li ser sînorê Azerbaycan-Gurcistanê ketibû, hatibû paşxistin. Di civînê de dê Wezîrê Karên Navxweyî Ali Yerlikaya, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Güler û Serokê Rêxistina Îstixbarata Neteweyî (MÎT) İbrahim Kalın dê dîtinên xwe pêşkêşî komisyonê bikin.. Tê payîn ku pêşkêşiya berfireh a MÎT’ê çarçoveya rapora ku dê li ser pêvajoyê were amadekirin, bingeh bê girtin.

Komîsyon dê îro di bin serokatiya Serokê Meclîsa TBMM’ê Numan Kurtulmuş de civîna xwe ya 17emîn, ku “ji ber mirina 20 leşkeran di qezaya balafireke barkêş a leşkerî de li ser sînorê Azerbaycan-Gürcistanê” hatibû paşxistin, li dar bixe. Di civîna îro de dê komisyon guh bide serokê MITê, Wezirê Navxwe û Wezirê Bergiriyê û dê pêşketinên li qadê yên piştî danîna çekan ji aliyê PKK’ê ve bên nirxandin.

Tê payîn ku Serokê MITê Kalîn pêşkêşiyekê bi dîmenan re li ser van mijaran bike: heta din bin çavderiya mekanîzmaya ku ji aliyê MIT û Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) ve hatiye avakirin çend çek hatine teslîmkirin, envantera çekên teslîmkirî, çekên hatine îmhakirin, şikeftên rêxistinê yên bêbandor hatine kirin, û depoyên lojîstîkî yên rêxistinê, di nava naveroka çekdanînê de ne.

Tê ragihandin ku MÎT dê di heman demê de agahiyan li ser têkiliyên di navbera şaxa Sûriyê ya rêxistinê û rêveberiya Şamê de, û herwiha li ser pêşketinên di pêvajoya entegrasyonê ya HSDê jî agahiyan bide.

Back to top button