Encamên fermî yên Hilbijartinên Parlementoya Iraqê
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinana Îraqê encamên fermî yên hilbijartinên Parlamentoya Îraqê ragihandin.
Hilbijartinên Parlamentoya Îraqê 11.11.2025ê hatin kirin.
Rêjeya beşdariya giştî ya hilbijartinên Parlamentoya Îraqê ji sedî 56,11 e.
Li gorî encamên ku hatin eşkerekirin, Hevpeymaniya Binesazî û Bipêşketinê ya bi serokatiya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî herî zêde deng standin û bû yekem.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî bi derbaskirina milyonek dengî, li Herêma Kurdistanê bû partiya yekem.
Encamên fermîn yên hilbijartinên Parlamentoya Îraqê di civîneke rojnamegeriyê de li Bexdayê eşkere kirin.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Dadwer Omer Ehmed ragihand ku pêvajoya hilbijartinê li gorî standardên navneteweyî bi rê ve çûye.
Dadwer Omer Ehmed her wiha da zanîn ku deriyê îtirazê ji bo aliyên siyasî vekiriye.
Li Bexdaya paytexta Îraqê Hevpeymaniya Binesazî û Bipêşketinê ya bi serokatiya Sûdanî bû yekem, Partiya Teqedûmê ya Serokê berê yê Parlamentoya Îraqê Mihemed Helbûsî bû duyem û Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya Serokwezîrê berê yê Îraqê Nûrî Malikî jî bû sêyem.
Sûdanî li parêzgehên Necef û Kerbelayê jî di rêza yekem de cih girt.
Li Mûsil, Hewlêr û Dihokê PDK bû yekem
YNK li Silêmaniyê bû yekem û li Hewlêrê jî bû partiya duyem.
Belavbûna parlamenteran li hinek parêzgehan wiha ye:
Hewlêr (16 parlamenter )
PDK: 9 parlamenter
YNK: 3 parlamenter
Helwesta Niştimanî: 2 parlamenter
Tevgera Nifşê Nû: 1 parlamenter
Kotaya Xiristiyanan Kaldo Remzî Hormuz Şabo Ogna: 1 parlamenter
Dihok (12 parlamenter)
PDK: 9 parlamenter
Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 2 parlamenter
Samî Oşana Gorgîs Enwiya (Kota Mesîhî): 1 parlamenter
Silêmanî (18 Parlamenter)
YNK: 8 parlamenter
Helwest: 3 parlamenter
Nifşê Nû: 2 parlamenter
PDK: 2 parlamenter
Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 2 parlamenter
Kerkûk (13 Parlamenter)
YNK: 4 parlamenter
Teqedûm: 3 parlamenter
Eniya Tirkmenî ya Îraqê: 2 parlamenter
PDK: 1 parlamenter
Mûsil :
PDK: 5 parlamenter
Teqedûm: 4 parlamenter
Hevpeymaniya Avakirin û Pêşketinê: 4 parlamenter

