Civak

Yekem car di ParlementoyaTirkiyeyê de, Zimanê Kurdî di protokolên civînê de hat tomarkirin!

Di çarçoveya pêvajoya “Tirkiyeya Bê Teror” de, xebatên komîteyê û gotubêj berdewam dikin, û cara yekem e ku zimanê Kurdî di parlementoya Tirkiyeyê de protokolên gotubêjan de hat tomarkirin.

Piştî bêçekkirin û vekişîna rêxistina PKKê ji Tirkiyeyê, cara yekem di Parlamentoyê de dema ku pêvajoya Îmraliyê dihat nîqaşkirin, ev yek çêbû.

Di çarçoveya pêvajoya “Tirkiyeya Bê Teror” de, dema ku xebat û nîqaşên komîteyê berdewam dikirin, zimanê Kurdî cara yekem di qeydên Parlamentoyê de cih girt. Peyvên Kurdî yên ku di nîqaşên budçeya Wezareta Karên Hundir a 2026an de ku di Komîteya Plankirin û Budçeyê ya Parlamentoyê de hatin kirin, hatine bikar anîn, bi awayekî bêjeyî hatine tomar kirin. Berê, gotinên Kurdî di protokolan de wek “zimanê nenas” an “x” dihata cih kirin. Ev cara yekem bû ku gotinên Kurdî di qeydan de wekî xwe hatine tomar kirin.

Back to top button