Wezareta Bergiriya Tirkye ragihand ku balafireke barhilgir a C130 a Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê ku ji Azerbaycanê ber bi Tirkiyeyê ve difirî, li Gurcistanê ket xwarê.
Wezareta Bergiriyê di daxûyaniya xwe de dibêje: “Balafireke barhilgir a C130 ku ji Azerbaycanê ber bi Tirkiyeyê ve dihat, li Gurcistanê ket xwarê. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi hevrêziya rayedarên Gurcistanê dest pê kirine. Bîst personel, tevî ekîba firînê, di balafira ketî de bûn. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin. Ev yek bi rêzdarî ji raya giştî re tê ragihandin.”
Piştî demekî wezeretê ragihand ku; Wbermahiyên balafira barhilgir a leşkerî ya ketî hatine dîtin û sedema qezayê dê piştî lêkolînek berfireh ji hêla tîmê lêkolîna qezayê ve were destnîşankirin. Daxuyaniya Wezaretê wiha ye: “Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên Gurcistanê di saet 5:00 PM de gihîştin bermahiyên balafirê. Bermahiyên balafirê ji bo lêkolîna tîmê me yê qezayê hatine komkirin û di cihş ewlehiyê de ye. Tîma me ya lêkolîna qezayê di rê de ye ku biçe cihê bûyerê. Sedema qezayê dê piştî lêkolînek berfireh a bermahiyên balafirê ji hêla tîmê me yê lêkolîna qezayê ve were destnîşankirin.”
Herweha navê karmend û efserên jiyana xwe ji dest dayîn jî ji aliyê wezaretê ve hat ragihandin.


