Civak
11emîn Festîvala Hinarê…

11emîn Festîvala Hinarê li parêzgeha Helebçeyê bi beşdariya bi hezaran kesan ji deverên cuda yên Herêma Kurdistanê dest pê kir. Nêzîkî 600 cih ji bo firotina hinar û berhemên din ên herêmî hatine veqetandin.
Tê payîn ku zêdetirî 300,000 geştiyar serdana festîvalê bikin, ku dê du rojên din berdewam bike.
Parêzgara Helebçeyê Nukşa Naseh girîngiya festîvalê ji bo danasîna berhemên cotkaran û vejandina sektora geştiyariyê li parêzgehê destnîşan kir.
Di vê navberê de, firoşkar û xwediyên dikanan ji festîvalê kêfxweş in û wê wekî derfetek baş dibînin ku berhemên xwe bifroşin.
Geştiyaran ji atmosfera festîvalê û kalîteya berhemên herêmî razîbûna xwe anîn ziman.











Bilind Tahir – Rûdaw


