
“Ez dixwazim bi serokê Koreya Bakur Kim Jong-un re hevdîtinekî bikim,” Trump berî ku ji Washingtonê derkeve û biçe serdana Asyayê, ev daxûyanî da û ewilê jç serdana Kureya Başûr dike.
Trump li Qesra Spî ji rojnamevanan re got:”Kim Jong-un dizane ku em diçin wir,”
“Ez ji sedî sed amade me ku bi Kim Jong-un re hevdîtinê bikim,”
Serokê Dewletên Yekbûyî got ku têkiliyên bi rêberê Koreya Bakur re pir baş in.
Trump dê di gera xwe ya Asyayî de biçe Japonya û Malezyayê, û li Koreya Başûr bi Serokê Çînê Xi Jinping re hevdîtinên girîng bike, armanca wê lihevkirinek bazirganiyê bi Pekînê re ye. Wî tekez kir ku mijara Taywanê dê di nav mijarên ku ew ê bi hevtayê xwe yê Çînî re nîqaş bike de be. Jimmy Lay, rojnamevanek li Hong Kongê girtî ye, divê were berdan.
Trump got ku ew hêvî dike ku di dawiya vê hefteyê de bi Serokê Brezîlyayê Luiz Inacio Lula da Silva re hevdîtin bike û amade ye ku bacên li ser Brezîlyayê kêm bike.
Karbidestekî payebilind ê Amerîkî bi şertê ku navê wî neyê eşkerekirin got, “Bê guman Donald Trump niyeta xwe ya hevdîtina bi Kim Jong-un re di pêşerojê de anî ziman.” Lê ev yek di bernameya Asaya de nîne.


