
Îro rûniştineke nû di doza ku ji bo betalkirina du kongreyên Partiya Gel a Komarî (CHP) hatiye vekirin de hat lidarxistin. Dadgehê doz red kir.
Rûniştina pêncemîn a doza ku ji bo betalkirina 38emîn Kongreya Asayî ya CHPê, ku di 4-5ê Mijdara 2023an de hat lidarxistin, û 21emîn Kongreya Awarte ya wê, ku di 6ê Nîsana 2025an de hatî lidarxistin, pêkhat û dadgehê doza hatî vekirin red kir.
Bi vê biryarê ihtimala ku cardin serokê berê yê CHPê Kemal Kilaçdaroglu û ekîba wî werê ji bo rêveberiya partiyê ji holê rabû.


