Nivîsar

Sedemên ku çima PDK hîn jî li Kurdistan û Iraqê partiya yekem e..

Wekî serokê PDKê, Mistefa Barzaniyê nemir hemû paşxaneya xwe û ezmûna xwe ya xeta neteweyî xist xizmeta PDKê, ku wekî rêya Barzaniyan tê zanîn…

Nasrat Hacî

Ez dixwazim bi kurtî behsa yek ji kevintirîn  û girîngtirîn partiyên siyasî yên kurdî ku meydana wê ya serekî Başûrê Kurdistanê ye bikim. Partîyek ku temenî wê 79 sal e û hêşta li ser astê Kurdistan û Îraqê partîya yekem e bi deng û cemawerê xwe.

Li vir gelek giringe mirov behsa wan eger û sedeman bike ka çima piştî bûrîna 79 salan hêşta PDK li ser astê Îraq û Kurdistanê yekem e

Yek ji sedemên ku PDK heya niha weke partîyek mezin û yekem maye,  jidaykbûna wê ye. PDK di rewş û qonaxek xweristî da hate damezrandin, anku jidaykbûna wê ya tebîyî bû lewma karî heta roja îro xwe li ser lingan bigere û di ketinên xwe da zû rabe û bihêztir berdewamiyê bi karwanê xwe yê xebatê di nav tevgera azadîxwaza Kurdistanê da bide. PDK ji damezirandina xwe ji bo armancekê hat damezirandin û stiratejiya wê ya neteweyî hebû, ne ji bo dijatîya alîyekî yan hizbekê. PDK weke bedîlê tu hizban jidayk nebû û ji tu partîyan jî cuda nebû,  ew  ne ji bo çend xwestek û armancên demkî  hat ava kirin, nexêr, her ji destpêkê PDKê çend xalên giring tesbît kirin weke:

  • Miletê kurd  miltek bindest e û Kurdistan hatiye dagîrkirin û  wekî her miletekê din xwedî maf e û divê hemû mafên xwe yên neteweyî heta serxwebûnê hebin.
  • Welatek heye, axek û cugrafiyek heye ku navê wê Kurdistan e û PDK jî temsîla wê Kurdistanê dike, ya din jî li ser wê ax û cugarfiya Kurdistanê ne tenê kurd, lê kêmineteweyên din jî li ser dijîn û mafê wan jî heye di nav rêzên PDKê da û di serokatiya  wê da cîbigirin û daxwaza mafên xwe bikin ku PDK û serokê wê yê nemir  Mistefa Barzanî bawerî bi mafên kêmineteweyên li Başûrîê Kurdistanê hebû. Heta roja me ya îro jî serok Mesûd Barzanî gelek caran pêşniyar kiriye ku Deşta Neynewa weke deverek otonom ji bo kirîstiyanan bê avakirin. Pêkhateyên li Başûrê Kurdistanê jî  hemû mafên xwe yên siyasî û kultûrî hene.

PDK weke partiyek neteweyî û demokratîk, dûrî îdeolojiyên hişk û teng, ji ber vî esasî hemû miletê kurd û hemû ol û pêkhateyên Kurdistanê cihê xwe di nav  rêzên PDKê da kir, her bigire ji hejar, cutiyar, pale û karker, burjuvaz, derebeg û axa û mamosta, doktor prefesor û zana û nexwendewar hemû li dor PDKê û serokê wê kom bûn. Bi rastî jî ev tesbîteke gelek giringe ji bo partîyeka daxwaza rizgarkirina gel û azadkirina axa welatê xwe bike.

Eger em bi gotinek din bêjin armanca wê ya sereke parastin û pêşxistina mafên gelên Kurdistanê bû, bi taybetî di çarçoveya serxwebûn an  jî otonomiya netewî da.

Aliyê neteweyî

Aliyê neteweyî yê PDKê di dîroka bizava rizgarîxwaza Kurdistanê da roleke bingehîn lîstiye  di belavkrkina hizir û  nasinameya neteweyî ya kurdî li îraqê û li parçeyên din yên Kurdistanê  bandoreke mezn kiriye. Xeta netewî ya PDKê bandoreke wisa li parçeyên din yên Kurdistanê kir û li sala 1965 PDK- Bakur li bakurê Kurdistanê û li sala 1957ê Partîya Demokrata Kurd- Alpartî li rojavayê Kurdistanê hatin damezirandin.

Xalek din ya hizira netewî ya PDKê ji rêbaz û serokatiya wê tê ku ev jî gelek giringe û her vê rêbazê jî wisa kiriye ku PDK heta îro rola xwe ya neteweyî bilîze.

Mela Mistefa Barzanî  wekî rêberekî navdar yê neteweyî yê kurd, bingeha têkoşîna xwe ya ji bo azadiya gelê Kurdistanê ji mîrasa malbata Barzanî û bi taybetî ji birayê xwe yê mezin Şêx Ebdulselam Barzanî (1868-1914) wergrtiye. Ev mîrase xwedî xetek neteweyî ya zengîn e ku, bi serhildan û berxwedana li dijî dagîrkeryê ve grêdayî ye. Şêx Ebidulselam Barzanî destpêka xeta neteweyî, wî di serdema Împaratoriya Osmanî da û di rêya yekkirina eşîrên kurdan da roleka‌ giring lîst. Şêx Ebdulselam wekî yekem rêber tê naskirin ku daxwazên neteweyî yên aşkere diyar kirine.  Li  dijî zolma Osmaniyan li kurdan dikir derket di sala 1907an da wî di nameyekê da bo Osmaniyan  daxwazên wekî bikaranîna zimanê kurdî û kurd li deverên xwe îdareya xwe bikin, kr.

Mela Mistefa Barzanî xeta neteweyî ya ku ji Şêx Ebdulselam dest pê kirbû bi awayekî berfirh berdewam kir û bû sembola  têkoşîna kurdan. Paşxaneya wî ya ji malbata Barzanî, ku bi serhldanên li dijî Osmaniyan û paşê Îraqê dest pê kir ku bi Şoreşên Barzan yek û du sê sala 1932. 1943 û sala 1945ê  Şoreşên Barzan dîroka kurdan da wekî sembola berxwedan û têkoşîna ji bo azadî û rizgariyê têne bibîranîn.

Nemir Mistefa Barzanî weke serokê PDKê ev paşxaneya xwe û tecrubeya xwe ya xeta neteweyî hemû xiste di xizimeta PDKê da ku bi Rêbaza Barznî tê bi nav kirin û nas kirin û bi vî awayî  bingeheka zengîn ji bo têkoşîna neteweyî ya kurdan çêkr. Ev mîras îro jî di siyaseta PDKê û Herêma Kurdistanê da xuya dike, ku di bin serokatîya Mesûd Barzanî  da berdewam dike.

Mistefa Barzanî, di temenê 12 saliyê da,  darvekirina birayê xwe Şêx Ebdulselam dît, ku vê bûyerê ew teşwîq kir ku di riya azadiyê da têbikoşe û qet teslîmî dagîrkeran nebe

Şoreşa Îlonê

Qonaxek din ku qonaxeka gelek giring e di dîroka kurdistanê û  PDKê da ku ew jî Şoreşa Îlonê bi rêveberya  PDKê bi serokatiya nemir Mistefa Barzanî ye.

Vê şoreşê,  em dikarin bi medreseya geşkirina hizir û hoşmediya neteweyî bi nav bikin,   yekem şoreşa kurdî ya sertaserî Kurdistanê bû ku hemû aliyên civakê Kurdistanê û hemû ol û pêkhateyên cuda di nav xwe da bigire û bo yek armanc têbikoşin.  Yekem şoreş bû bigehe armanca xwe û sala 1970 hikumeta Îraqê neçar kir ku otonomî yê neteweyî bide Kurdistanê ku ew otonomî bû bingehek ji bo federaliya îro li başûr heye. Şoreşa Îlonê hizra netewî li parçeyên din yên Kurdistanê jî xurt kir.

PDK her gav  li qadê bûye

Xaleka din ya giring di dîroka PDKê da ewe ku PDK bi serokatîya xwe ve her  gav li qada xebatê bûye û tu caran meydana xebatê ji bo dijminan çol nekiriye û PDK bi serokatiya xwe ve her bi axa Kurdistanê ve girêdayî mane. Ev jî gotineka nemir Mistefa Barzanî li bîra me tîne dema dibêje: bi serkeftinan xiror nebin û bi şkestinan jî bê hêvî nebin. weke em dizanîn piştî rêkeftina 11ê Adara sala 1970î  rijêma Îraqê poşman bû û şerê 1974 dest pê kir û sala 1975 bi rêkeftina xînanetkarana li rêkeftina Cezayîr bi dawî hat.

Pişitî şkestina Şoreşa Îlonê nemir Mistefa Barzanî û beşek ji seroktiya PDKê lêxebitîn ku şoreşî zîndî bikin û dest bi şerê çekdarî li dijî rijêma Îraqê bikin. Barzanî yê nemir ji bo vê çendê  Mesûd Barzanî û Îdrîs Barzanî teklîf kirin û her yekî ji wan di warekî da kete tevgerê û peywendî bi kadro û pêşergeyan kir û serok Mesûd Barzanî li roja 12.10.1975ê bi destxetê xwe daxuyaniyek weşand bi navinîşanê: Meydana xebatê ya rasteqîne Kurdistan e.

Serokatiya katî ya PDK hat avakrkin û şoreşa Gulanê 26 gulana sala 1976ê dest pê kir û bi serhldana gelê Kurdistanî li Başûr sala 1991ê  berhem girt.

Ev mînakek bû ku PDK her li qada xebatê maye û çol nekriye. Mînakek din sala 1988ê piştî operasiyona Enfalan dest pê kir û xelk û pêşmerge ji bo parastina xwe ji çekê kîmiyayî ber bi sînurên Tirkiyê û Îranî ve çun, di vê rewşî da yekemîn mefrezeya  pêşmergeyên PDKê li deverê man..

Piştî şerê Kendavê PDKê  bi aliyên din ra dest bi rêvebirina Herêma Kurdistanê kir. Perlemento û hikumeta Herêma Kurdistanê avakirin.

ODK di bin serokatiya Mesûd Barzanî da di vê pêvajoyê da roleka serekî lîst, nemaze di ragehandina sîstema federalî û  avakirina saziyên siyasî, aborî û leşkerî yên Herêma Kurdistanê da.

Referanduma serxwebûnê

Yek ji diyartirîn mînakên aliyê neteweyî yê PDKê referanduma serxwebûnê ya 25ê îlona 2017 bû. PDKê, bi serokatiya Mesûd Barzanî da, ev referandum wekî gaveka dîrokî ji bo diyarkirina çarenûsa gelê kurd dît.

Di referandumê da zêdeyî %92 ê dengdêran piştgrî dane serxwebûnê, ku ev yek nîşana daxwaza neteweyî ya xurt ya gelê kurd bû.

Encam:

  • Îro jî, tevî hemû alozî û astengiyan, ronahiyek hebe ji bo parastina xeta neteweyî û parastina nasinameya gelê kurd her PDK ye.
  • PDKê li gor rewşa herêmî û cîhanê xwe nûkriye û armancên xwe tesbît kirine ji nenawendî, otonomî, federalîzim hete digehe referenduma serxwebûnê.
  • PDK xwe weke partiyek sekuler û demokrat  pênase dike, lê giraniya wê zêdetir ji îdeolojiyek hişk bêtir li ser netewetiyê ye. Her çend PDK xwe sekuler dibîne, ew di nav civakeka‌ kevineperist da kar dike û carinan nêzîkatiyên muhafezekar nîşan dide, bi taybetî di mjarên civakî da ku pşitgriya civaka kurdî winda neke.
  • PDK di berinameya xwe ya siyasî da giraniyê dide ser prenisîbên netewperestiya kurdî, demokrasî,  mafên hemû pêkhateyan û dadmendiya civakî û mafên takekesî. Ev partî ji destpêkê ve têkoşîna xwe li ser bingeha yekîtî û azadiya gelê kurd ava kiriye, ku armanca wê ya bingehîn bidestxistina mafên netewî yên kurdan e.
  • PDK her gav li qada xebatê bûye û tu caran meydana xebatê ji bo dijminan çol nekriye û PDK bi serokatiya xwe ve her bi axa Kurdistanê ve grêdayî mane.
  • PDK her dem tekezî li ser yekîtiya neteweyî ya kurdan kiriye û weke projeyek netewî dibîne,  PDK hewl dide ku yekîtîya kurdan li ser bingeha nasnameya neteweyî û berjewendiyên hevpar ava bike.
  • PDK xwe weke nûnera doza neteweyî ya kurd dibîne, bi taybetî li Başûrê Kurdistanê. Bernameya wê li ser parastina nasinameya kurdî, ziman, çand û dîrokê hatiye sazkirin, ku ev yek wê ji partiyên îdeolojîk cuda dike.‌
Back to top button