Cîhan

Netanyahu: Eger Hamas çekan daneyne, em ê dojehê lê bibarînin

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu hişyarî da ku eger Hamas razî nebe ku çek deyne, ew ê dojehê li ser wan bibarîne.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu roja Sêşemê got ku plana 20 xalî ya Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump, ku ji hêla Îsraîl û Hamasê ve hatiye pejirandin, bang li Hamas dike ku çekan deyne û Şerîda Xezzeyê jî bê çek bimîne. Divê li Şerîda Xezzeyê kargehên çekan tune bin û qaçaxçîtiya çekan li ser sînor tune be.

Netanyahu got, “Me li hev kir ku qonaxa yekem a agirbestê temam bikin û dûv re derfetek bidin ku qonaxa duyemîn were bicîhanîn.”

Gefên serokwezîrê Îsraîlê piştî gefên Trump ên şeva Sêşemê tên ku digotin eger Hamas çekan daneyne, “em ê wan bêçekbikin û dibe ku bi tundî bikin.

Netanyahu got: “Ez difikirim ku di pêşerojek nêzîk de, ne tenê ji bo Îsraîlê, lê ji bo cîhana azad û şaristanî, divê em şiyana xwe ya parastina xwe xurt bikin ji ber ku azadî ne mayînde û otomatîk e. Ger hûn nekarin civakên azad biparêzin, rejîmên dîktator û totalîter dê li ser we serdest bin.

“Rêya kirîna aştiyê bi zorê ye. Ez difikirim ku derfetek me heye ku em bi gelek aliyên din re li hev bikin. Ez difikirim ku ev dê diyariya herî mezin be ku em dikarin bidin gelê Îsraîlê, gelên herêmê û cîhanê,”

Di axaftina xwe ya li Knessetê de, Trump got ku Netanyahu “kesekî hêsan nîne ku meriv pê re mijûl bibe. “Ez hêvî dikim ku Trump vê yekê bibêje ji ber ku ez di mijarên têkildarî pêşeroja welatê xwe de pir hişk im. Dema ku ez difikirim ku tiştê ku ji min tê xwestin baş e, ez dibêjim baş e û dema ku ez difikirim ku divê ez bibêjim na, ez dibêjim.

Serokwezîr her wiha got ku wî di demên berê de li ser vê bingehê çend biryar dane, di nav de êrîşên li ser Îranê. “Me helwestek dîrokî li dijî Îranê girtiye, ku gefê li me dixwe ku me hilweşîne û bi bombeya atomî rêve dibe,”

Back to top button