Polîtîk

Abdullah Öcalan nameyek ji Nêçîrvan Barzani re nivîsand û jê xwest ku pêvajoya aştiyê bi rê ve bibe.

Rêberê PKKê Abdullah Öcalan nameyek ji Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzaniyê re nivîsandiye û jê xwestiye ku di pêvajoyê de roleke pêşengiyê bigire. Li gorî Al-Monitorê, Öcalan di nameya xwe de ji Barzaniyê xwestiye ku pêvajoya aştiyê bi rê ve bibe.

Di nameyekê de ku ji  Îmraliyê hatiye şandin, rêberê PKKê Abdullah Öcalan ji Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzaniyê xwestiye ku “çareseriyek mayînde li ser bingeha demokratîk” peyda bike.

Li gorî Amberin Zaman a Al-Monitorê, Öcalan di nameya xwe de diyar kiriye ku pêvajo ne tenê Tirkiyeyê, lê di heman demê de Herêma Kurdistana Iraqê jî eleqedar dike. Öcalan gotiye, “Girîng e ku hûn di vê pêvajoyê de pêşengiyê bikin,” û daxwaza beşdarbûnê ji bo danûstandinên aştiyê kiriye.

Tê gotin ku name yekser piştî civîna Barzaniyê bi Serokê AKPê û Serokkomar Recep Tayyip Erdogan re li Enqerê di 7ê Cotmehê de hatiye radestkirin.

Karbidestekî payebilind ê Kurd ku bi Al-Monitor re axivî got ku di dema civînê de, “Nêçîrvan Barzaniyê ji Erdogan xwestiye ku bandora xwe bikar bîne da ku rêziknameyek qanûnî bilezîne ku dê bihêle endamên PKKê ji çiyayên xwe vegerin Tirkiyeyê.”

Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku piştî civîna Barzaniyê bi Erdogan re, qedexeya firînê ya li ser Silêmaniyê, ku ji Nîsana 2023an vir ve di meriyetê de bû, hate rakirin.

Enqereyê berê ragihandibû ku qedexe ji ber hebûna PKKê li herêmê hatiye dirêjkirin. Rakirina qedexeya firînê wekî gavek hate dîtin ku pozîsyona Partiya Demokrat a Kurdistanê beriya hilbijartinê xurt kir.

Back to top button