Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî Pêşwaziyê Li Balyozê Nû Yê Almanyayê Kir

 Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di hevdîtinekê de bi birêz Daniel Krebber, Balyozê nû yê Almanyayê li Iraqê û şandeke pê re, ligel pîrozkirina destbikarbûna wî, hêviya serkeftinê jê re xwest û hemû piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo serxistina erka wî nîşan da. Herwiha, spasiya piştgirî û hevkariyên Almanyayê yên ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir.


Ji aliyê xwe ve, birêz balyozê nû yê Almanyayê li Iraqê, spasiya pêşwazî û piştgiriya rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê kir û xwesteka welatê xwe ya ji bo pêşxistina zêdetir a peywendiyan û berfirehkirina hevkariya hevbeş bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, bi taybetî di warê aborî de, dubare kir.


Di mijareke din a hevdîtinê de, herdu aliyan amadekariyên Iraq û Herêma Kurdistanê yên ji bo hilbijartinên meha bê yên Encûmena Nûnerên Iraqê nirxandin. Herwiha, derbarê rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên herêmê de, danustandina bîr û ramanan kirin.

Back to top button