19 navdar, bi tohmeta karanîna madeyên hişber hatin binçavkirin.
Li Stenbolê, gelek kesayetên navdar û hûnêrmen ji ber bikaranîna madeyên hişber hatin binçavkirin, û Hadîse di nav stranbêjan de bû.
Hadîse, ku li mala xwe ya li Stenbolê ligel stranbêjên navdar Îrem Dericî û Ziynet Sali hatibû binçavkirin, birin Fermandariya Jendermayan a Maslakê.
Di çarçoveya lêpirsînek ku ji hêla Buroya Lêpirsîna Qaçaxçîtî, Narkotîk û Sûcên Aborî ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve tê meşandin de, operasyonek li dijî kesayetên giştî yên ku ji ber bikaranîna madeyên hişber lêpirsîn lê hatibû kirin, hat lidarxistin.
Di operasyona ku ji teref ekîbên Fermandariya Cendirmeyan a Stenbolê ve hat lidarxistin de şikbarên di nav wan de Dîlan Polat, Engîn Polat, Îrem Derici, Kubilay Aka, Kaan Yildirim, Hadîse Açikgoz, Berrak Tûzûnataç, Duygu Ozaslan Mutaf, Demet Evgar Babataç, Demet Evgar Babataş, Ozpirinçci, Mert Yazicioglu, Feyza Altun, Derîn Talu, Deren Talu, Ziynet Sali, Bîrce Akalay, Metîn Akdülger û Ceren Moray Orcan ji bo îfade û nimûneyên xwînê bên girtin birin Fermandariya Cendirmeyan a Parêzgehê.


