
Berdevkê Wezareta Navxwe ya Sûriyê got ku sedema girtina rêyên di navbera deverên di bin kontrola rêveberiya xweser û Şamê de ew e ku hejmarek “sûcdar û bermahiyên rejîma Esed” li deverên di bin destê HSDê de mane.
Berdevkê Wezaretê Nûredîn Baba roja Sêşemê got ku, gava agirbest were ragihandin, hemî rê dê werin vekirin.
Baba girtina rêyên Şêx Meqsûd û Helebê bi wê yekê ve girêda ku “bermahiyên rejîma hilweşiyayî” li wir mane û ji hêla Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê ve hatine parastin.
Şeva Duşemê, 6ê Cotmeha 2025an, hêzên ewlehiyê yên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê rêyên sereke yên her du taxên Kurdan ên Helebê (Eşrefiye û Şêx Meqsûd) girtîbûn.
Piştî ku rê hatin girtin, Kurd derketin kolanan. Hêzên ewlehiyê yên hikûmetê yên Ehmed Şara di destpêkê de hewl dan ku bi gazê girseyê belav bikin, lê paşê alozî zêde bû û xelk neçar kir ku vegerin malên xwe.
Hêzên çekdar ên li her du taxên Helebê, bi piranî hêzên ewlehiya navxweyî, bersiv dan êrîşên hikûmeta Sûriyeyê û piştî pevçûn û karanîna çekên giran agirbest îlan kirin.
1 kuştî, 50 birîndar
Rêvebirê nexweşxaneyek li taxa Şêx Meqsûd a bajêr roja Sêşemê sibehê got ku di pevçûnên li taxên Kurdan ên Helebê de herî kêm 50 kes birîndar bûn û sivîlek hat kuştin.
Nûredîn Baba ragihand: Rewşa trafîkê di navbera deverên di bin kontrola rêveberiya xweser û hikûmeta S


