Polîtîk

PDK bi lîsteya 275 tevlî hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê dibe

Bangeşeya hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê bi fermî dest pê kir, û “275” jî jimareya lîsteya Partiya Demokrata Kurdistanê “PDK”ye.

Îro demjimêr 12ê sibehê, partiyên siyasî û berbijêr li tevaya bajar, bajarok û deverên Iraq û Herêma Kurdistanê dest bi bangeşeyê ji bo lîste û hejmarên xwe kir.

38 partiyên siyasî, 31 hevpeymanî û 75 lîstên takekesî tevlî van hilbijartinan dibin.

Partiya Demokrata Kurdistanê “PDK” tevlî hilbijartinan bi lîsteya jimare 275 dibe wek yek ji lîsteyên herî diyar û bibandor.

Bangeşeya hilbijartinan dê sibeha 8ê Mijdara 2025ê bidawî bibe. Biryar e hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê di 11ê Mijdarê de werin lidarxistin.

Back to top button