Civak

Serok Barzanî hatina sala nû ya koçî pîroz kir

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Li salvegera koçî ya bi rûmeta pêxemberê me yê mezin Mihemed (S.X.L) û hatina sala 1435 ê nû yê koçî da, germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî hemû misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim.

Ji xwedayê dilovan hêvîdarim sala nû ji bo gelê me pir xêr û bereket bê û Kurdistan aramtir û pêşketî bê, hêviya aramî û pêkve jiyana aştiyane jî ji bo hemû pêkhatên Iraq û hemû mirovayetiyê dixwazim.

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

29 Zilhucce 1434

5 Tişrîna duyema 2013

 

Back to top button