Kurdistanîbûn yan Tirkiyeyîbûn, Iraqîbûn, Îranîbûn û Suriyeyîbûn
Ev demeke li ragihandina Kurdan de, di derbarê hinek ramanan de bi taybetî hizr û bîra neteweyî (Kurdistanîbûn) û ramanên dinê wekî Tirkiyeyîbûn, Iraqîbûn, Îranîbûn û Suriyeyîbûnê de, di navbera partiyên Kurdan de gengeşeyên dijwar heye.
Helbet ji bo çareserkirina van gengeşeyan û peydakirina rêya rast divê her Kurdekî van pirsan li xwe bike û bersîva wan bide û ji bo xwe rêya rast û dirust hilbijêrê.
Gelo tu wekî Kurdekî dixwazî mafên te wekî hemû neteweyên din hebe? wekî mînak dewleteke te hebe, nasnameya te hebe, pasaporta te hebe?
An tu dixwazî li ser axa xwe wekî welatiyê derece û pileya dû bî û li berîka te nasnameya te tûnebe an ya milleteke din hebe û bê pasaport bî û pasaporta te de Tirk, Ereb, Faris …. binivîse.
Eve jî ew ramanên ku li navbera partiyên Kurdan de bûne bingeha sedema gengeşeyan.
1- Ramana yekem eweye ku daxwaza axa Kurdistanê (li hemû perçeyan) dike û dixwaze li ser axa welatê xwe dewleta serbixwe ya Kurdistanê de bi azadî li gel hemû neteweyên dinê Ereb, Faris, Tirk û yên din bi aştiyane de bijî.
Ji ber ku êdî Kurdên xwedî vê ramanê xwe ji tu neteweyekî din kêmtir û bilindtir nizanin. Mafê her neteweyek çi hebe ew jî daxwaza wê hindê dikin. Helbet ev raman wekî stratejiya serekiye û li gor demê û rewşê dikare li hinek perçeyan de herî kêm daxwaza federaliyê û xwe bi xwe rêvebirinê bike.
2- Ramana duyem jî ewe ku li ser navê Kurd û Kurdistanê hinek partî û rêxistin ajandaya derve û siyaseta welatên dagîrkeran birêvedibin û xwe ji vê daxwazê dûr dikin. Ev raman dixwaze şûna Kurdbûn û Kurdistanîbûnê, Tirkiyeyîbûn, Îranîbûn, Iraqîbûn û Suriyeyîbûnê hilbijêre.
Li ser van du ramanan her kes dikare rêya xwe bi awayeke demokratiyane hilbijêre û li gor wê yekê piştgiriya wan partiyan bike.