Îro dûşem 04.11.2013 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê piştî dawî hatina serdana fermî ya dewleta Îmarata Yekgirtiya Erebî li gel şandekî bi serdanekî fermî gihîşt dewleta Kuwêtê.
Piştî gihîştina Serok Barzanî ya li Firokxaneya Kuwêtê ji aliyê berpirsên wî welatî ve hate pêşwazî kirin û paşê serdana Koşka Mîrî kir û ji aliyê Şêx Sebah El Ehmed El Cabir El Sebah Mîrê Kuwêtê ve hate pêşwazî kirin. Li hevdîtinê de ku Cîhnişînê Mîrê Kuwêtê Şêx Newaf El Ehmed El Cabir El Sebah û Serok Wezîrê Dewleta Kuwêtê Şêx Cabir El Mubarek El Hemed El Sebah û Cîgirê Serok Wezîr û Wezîrê Derveyê Kuwêtê Şêx Sebah Xalid El Hemed El Sebah amade bûn, komek mijarên girîng xistin ber behs û guftûgoyan; hinek ji wan geşkirina peywendiyên her dû welat û her dû alî xweşhaliya xwe derbirîn ku li paşarojeke nêzîk de Konsolxaneya Giştî ya Kuwêt li Herêma Kurdistanê de tê vekirin. Li çarçêweya vê hevdîtinê de balkişandin li ser peywendiya aborî û derfeta hevkariyê li warên çalakî ya kerta taybetî ya Kuwêt li Herêma Kurdistanê û biryar jî dan ku şandekî jûra bazirganî û kerta taybetî ya Kuwêt ji aliyê Herêma Kurdistanê ve bê vexwendin.
Mijareke dinê vê hevdîtinê de Serok Barzanî û Mîrê Kuwêtê behsa pêvajoya siyasî û asayîşa Iraqê û her wiha amadekariyên hilbijartina giştî ya li Iraqê kirin.
Hêjayî gotinêye ku şanda li gel Serok Barzanî ku beşdarî vê hevdîtinê bûn ji rêzdar Dr Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêkhatibûn.
Her heman rojî jî Serok Wezîrê Kuwêtê firavînek li ser şerefa Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo Serok Barzanî û şanda li gel rêkxist û Wezîrê Bazirganiyê Kuwêt û Balyozê Kuwêt li Iraq û hejmarek ji berpirsên Kuwêtê amadeyê firavînê bûn. Li vê firavînê de cenabê Serok Barzanî bi axaftineke kurt de di derbarê siyaseta Herêm û bernameya veberhênana çalakiyên bazirganî xisterû û li axaftinê xwe de tekez li ser girîngîpêdana Hikûmeta Herêmê li warên çandin û geştuguzar û her wiha samanên sirûştiyan kir. Li dirêjahiya axaftina xwe de birêz Serokê Herêma Kurdistanê bi kurtî di derbarê peywendiya siyasî û aboriyên Herêma Kurdistanê û welatên cîranê Herêma Kurdistanê ji bo amadevanan behs kir.
Her wiha êvariya îro dûşem 04.11.2013 birêz Serokê Herêma Kurdistanê dawiyê li serdana xwe ya her dû welatê Îmarata Yekgirtiya Erebî û dewleta Kuwêtê anî û vegeriya Herêma Kurdistanê.