Hevpeyvîn
HDP wê qedera Kurda bêxe destê Tirka
Ibrahîm Guçlu li hevpeyvîneke taybet de dide zanîn ku Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) bi fermana Ocalan hatiye damezrandin lê stratejiya dewleta kura Tirkiyê ye û armanca wê partiyê ewe ku çarenivîsa Kurdan û qedera Kurdan biêxe destên Tirka de.
Guçlu berdewamiya hevpeyvîna xwe de dibêje: Kurd wê çarenivîsa xwe bi destê xwe bikin. Eve jî encameke wê hindê ye ku rêxistinên Kurdan xwe li cîhanê de dane qebulkirin. Lê belê HDP rêxistineke dijî vê yekêye ku hatiye damezrandin û ew dixebite û dixwaze çarenivîsa Kurdan û qedera Kurdan bixe bindestê Tirkan de.