Polîtîk

Serokê Kurdistanê û Şahê Urdinê civiyan

Li vê serdana Îmarata Yekgirtiya Erebî û li Mîrnişînê Abudabî de, birêz Serokê Herêma Kurdistanê li gel çendîn Serok û Şahê welatan û kesayetiyên navdarê cîhanî amadeyê dîtina çalakiya pêşbirkêya Formula 1 bû.

Li vê çalakiya navdewletî de Serok Barzanî li gel Şah Abdullahê duyem Şahê Şahnişîna Urdina Haşimî civiya. Li vê hevdîtinê de behsa peywendiya dû qoliya di navbera Herêma Kurdistan û Şahnişînê Urdin kir û guftûgo di derbarê pêvajoya siyasiya Iraq û navçeyê kirin û dîtin û nêrînên xwe yên di derbarê alozî û pêşketinên siyasiyên navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin. 

Li mijare dinê vê hevdîtinê de Serok Barzanî û Şah Abdullahê Duyem tekez li ser pêwîstiya pêşxistina peywendiya dû qoliya di navbera her dû aliyan kirin. Hêjayî gotinêye ku li roja şemiya derbasbûyî Serok Barzanî li gel şandekî Herêma Kurdistanê ku ji her yek ji rêzdar Dr. Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêmê û Felah Mistefa Berpirsê Peywendiyên Derveya Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana welatên Kendavê kir.

Back to top button