Polîtîk

Şara:”Eger HSD heta Kanûnê gava pêwist navêje, dibe ku operasyoneke leşkerî ya Tirkiyeyê bikeve rojevê.”


Ehmed El-Şara li Şamê bi rojnamevanan re civiya û li ser HSDê axivî: “Eger HSD heta Kanûnê ji bo entegrebûna bi Sûriyeyê re gava pêwist navêje, dibe ku operasyoneke leşkerî ya Tirkiyeyê li herêmê bikeve rojevê. Hin komên di nav HSDê û PKKê de pêkanîna peymana 10ê Adarê sabote kirin û pêvajo hêdî kirin. Sûriye jixwe %90 nenavendî ye.”

Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed el-Şe’ara li Şamê bi rojnamevanan re civiya.

Li gorî raporên nivîskarê Turkey Today Omer Ozkızılcik, ku di civînê de amade bû, el-Şe’ara li ser HSD’ê wiha got:

“Ger HSD heta Kanûnê li ser entegrebûna xwe ya bi Sûriyeyê re pêkneyne û xwe şûnve bide, dibe ku operasyoneke leşkerî ya Tirkiyeyê li herêmê di rojevê de be.

“Hin komên di nav HSD’ê û PKK’ê de pêkanîna peymana 10’ê Adarê sabote kirin û pêvajo hêdî kirin.”

“Min ji Mezlûm Kobanî re got, ‘Ez ji te bêtir girîngiyê didim mafên Kurdan.'”
El-Şe’ara got ku di destpêka civîna xwe de bi Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mezlûm Kobanî re, ku di Adarê de serdana Şamê kiribû, wî jê re got:

“Ger tu hatî vir da ku mafên Kurdan bixwazî, aciz nebe. Parastina van mafan û misogerkirina ku Kurd welatiyên wekhev ên Sûriyeyê ne prensîba min a bingehîn e. Ez ji te bêtir girîngiyê didim mafên Kurdan.”

“Rewşa heyî ya HSD’ê hem ji bo Tirkiyeyê û hem jî ji bo Iraqê gefêka ewlehiyêye..”
El-Şara diyar kir ku, banga Abdullah Öcalan a ji bo hilweşandina PKK’ê gelekî başe, lê HSD’ê ew ji pêvajoyê derxistiye. Wî got, “Rewşa heyî ya HSD’ê li bakur-rojhilatê Sûriyeyê ne tenê ji bo Tirkiyeyê, lê di heman demê de ji bo Iraqê jî gefê li ewlehiya neteweyî dixwe.”

“Sûriye ji sedî 90 nenavendî ye.”
El-Şara derbarê daxwazên HSD’ê yên ji bo nenavendîbûnê de nirxandinek wiha kir:

“Sûriye ji sedî 90 nenavendî ye. Civak ne amade ye ku li ser pergala federal an nenavendîbûnê nîqaş bike. Ev daxwaz bi xwezayî cudaxwaz in.”

Back to top button