Trump û Erdogan dicivin…

Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bi rêya telefonê axivî. Piştî hevdîtinê, Trump medya civaki de daxûyaniyek ragihand û got: Ez keyfxweşim ki, di 25ê Îlonê de li Qesra Spî pêşwaziya serokkomar Erdogan bikim.
Trump berdewamiya daxûyaniya xwe de got: “Em bi Serokkomar re li ser gelek peymanên bazirganî û leşkerî dixebitin, emê babetên wek kirîna balafirên Boeing ên di asta mezin de, peymanek girîng a F-16, û berdewamiya danûstandinên F-35, gotubêj bikin,em hêvî dikin ku gotubêjên me bi awayekî erênî bi dawî bibin. Me her gav têkiliyek pir baş bi Serokkomar Erdogan re hebû. Ez li benda dîtina wî di 25ê mehê de me,”
Erdogan jî di derbarê serdana xwe ya Amerikayê de li ser hesabê xwe yê medya civakî ev daxûyanî da:
“Di hevdîtina me ya li Qesra Spî de bi hevkar û dostê min ê birêz, Serokê Amerîkayê Donald Trump re, em ê bi hevalbendê xwe, Amerîkayê re, ku têkiliyên me yên stratejîk ên berfireh pê re hene, li ser gelek mijaran, bi taybetî bazirganî, veberhênan û pîşesaziya parastinê, nîqaş bikin. Ez bawer dikim ku hevdîtina me ya bi Serok Trump re dê di çarçoveya vîzyona me ya hevpar a aştiya cîhanî de bibe alîkar ku şer û pevçûnên li herêma me bi dawî bibin û hevkariya di navbera welatên me de bêtir xurt bikin.”


