Nivîsar

Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Kemal Burkay

Em weke kurdên li seranserê cîhanê û welêt cenabê we baş nas dikin. Dizanin ku hûn ji bona azadiya Kurdistanê di nava kar û xebatê de bûn û hê jî wî erka xwe tînin cih.

Bi van kar û xebatên xwe cenabê we bi serê xwe li bakurê Kurdistanê bûye ekoleke Kurdistanî. Ji bona ev ekol bi serbikeve û bi pêşve here canabê we gelek kar kirî ye û hê jî tiştên ji destê we tê dikin.

Ez naxwazim behsa xebat û karên we yên siyasî û çandî bikin. Ji xwe cenabê we bi xebat û berhemên xwe tê nasîn û naskirin. Li gelek dewletên ewropa jî dema behsa navê Kemal Burkay dibe, herkes yek ser tê derdixin ku hûn bê berjewendiyên sexsî ji bona gelê xwe di nava kar û xebatê dene.

Nerîn û dîtinên we, kar û xebatên we li bakurê kurdistanê bûye ekolek ku ew dikare bi rehetî û asanî li gor wan dîtin û şiroveyên we, rizgariya bakurê kurdistanî bîne.

Cenabê we ji sala 1979an de ji bona yekitî û bi hevre karkirina kurdên bakurê Kuridstanê têdikoşin ku yekitiyeke girseyî û neteweyî bê xuliqandin. Helbet ew nerînên we cihê şaneziyê ne. Lê ne bi serketina wan hizr, bîr û baweriyên we, ne tenê girêdayî we bûn.

Gelek bûyer û pêkhatên ne di berjewendiya gelê kurdistanê de bûn, bûn sedem ku ew yekitî û bi hevre karkirina partiyên bakurê Kurdistanê nere serî.

Li ewropa jî gelek pêşniyar û hewldanên we hebû ku kurd li ewropa jî yekitiya xwe pêk bînin. Destpêkek baş jî hate kirin. Lê ew jî bi serneket. Proje nerîn û ditînên we yên di wan derheqan de hêja bûn. Lê şert û mercên heyî nehişt ku ew bi serbikevin.

Çîroka jiyana we, tekoşîn û berxwedanên we, nivîs û berhemên we , bi me didin zanîn ku hûn kîne û ji bona welatê xwe çi kirî ye. Helbet ew xebatên we hemî cihê şaneziyê ye. Di nav kar û xebatê de hin kêmanî jî dikarin pêk hatibin.

Ez weke rewşenbîrekî ku keda we jî li ser min gelek e, naxwazim kûr û dûr li ser xebatên we yên siyasî û edebî rawestim. Ji xwe kurd dibêjin: ”Goştê gaye li ber çava ye”

Daxwazeke min weke şagirtekî we ji we heye ku ew jî ev e: Heyeta PWK canabê we zîyaret kirin ku karekî baş bû. Daxwazên xwe jî ji cenabê we re rêz kirin. Li gor agahdariyên min bi dest xistine hûnê jî bersîva wan bidin.

Ez bawerim ku hûnê bersîveke erênî bidin. Ji vê şika min tune ye. Lê tenê bersîvdayîn nabe. Her çiqasî hûn tenê weke endamekî HAK-PARê jî bin. Giraniyeke we li ser rêveber û endamên wê gelek e. Baweriya min ew e ku piranî hê jî cenabê we guhdarî dikin.

Loma min xwest ku hûn jî vê bi erênî pêk bînin. Ji bona yekitî û bi hevre karkirina PWK û HAK-PARê nerîn û ditînên we dê girîng û roleke sereke bilîze.

Him bersîveke maqûl ku hemî kurdan kêfxweş bike bidin, him jî divê hûn giraniya xwe li ser hevalbend û rêvebirên HAK-PARê ferz bikin ku ev pêk bê.

Hûn rewşa bakurê Kurdistanê ji me hemiyan baştir dizanin. Hûn dizanin ku heger ew pêşniyar û hewldanên we yên ji sala 1979an û heta îro pêk hatibana, wê bakurê kurdistanê ne di vî halî de ba.

Niha yek çareserî  di destê partiyên siyasî yên bakurê Kurdistanê de maye, ew jî yekitî û bihevre karkirina li ser xeteke neteweyî û di bin sîwaneke Kurdistanî de ye. Ez bawerim ku cenabê we bi vî temenê xwe ê  mezin, hûnê ji bona vê tevbigerin û zorê bidin rêvebir û endamên HAK-PARê hûnê wê bi serbixin. Îro rewş ne weke do ye.

Heycedariya me ji her demê bêtir niha bi hev heye. Yekitiya du partiyên Kurdistanê dê rê ji bona yekitiyeke berfireh veke. Bila ev jî bibe kar, xizmet û hêjayiya we ya talî ku hûn vê bi serbixin.

Silav û rêz

Bûbê Eser

Balkêş e ?
Close
Back to top button