Cîhan

Şer derket.. HSD û ŞAM hev tometbar dikin

Li gundewarê Helebê û Minbicê duh bi şevê, şerûpevçûn di navbera HSD û hêzên wezareta Berevaniyê yên Hikûmeta Sûriyê de derketin.

Li gorî daxuyaniyekê ji Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê, HSD ji xalên di bin kontrola xwe de li Balafirxaneya Cerah a leşkerî û derdora bajarê Meskenê, gundên Geyariyê, Resm Ehmer û Hebûba Kebîr bi mûşekan bombebaran kirin. Di encamê de 2 welatî hatine kuştin û 3ê din birîndar bûne.

Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê got, piştî vê yekê wan jî bersiv da û jêderên bombebaranê aramanc kirin.

*HSD: Mer bersiva êrşan da

Ji aliyê xwe ve HSD di daxuyaniyekê de got, Hikûmeta Şamê û hêzên bi ser ve, li Dêr Hafirê bi topxaneyan êrîş kir û hewl da derbasî deverên me bibin, û me jî bersiva xwe da.

HSD diyar kir ku, ev destdirjî û binpêkirina agirbestê yên berdewam ji aliyê hikûmeta Şamê ve, aramî û seqamgîriyê têk didin.

HSD da zanîn jî, her êrîşek were encamdan em ê bersivê bidin.

Back to top button