Serdozgeriya Giştî ya Küçükçekmeceyê li Stenbolê ji bo 10 kesan, ku rêveberên Can Holdingê Mehmet Şakir Can, Kemal Can û Kenan Tekdağ jî di nav de ne, biryara girtinê da. Herweha destdanîn li ser 121 kompanyayên Can Holdingê. Haberturk û Show TV jî dinav van Kompanya de ne.
Serdozgeriya Giştî ya Küçükçekmeceyê ji bo 10 kesan, ku xwediyên Can Holdingê Mehmet Şakir Can, Kemal Can û Kenan Tekdağ jî di nav de ne, biryara girtinê da. Kesên ku di çarçoveya lêpirsînê de hatine binçavkirin bi “avakirina rêxistineke sûc”, “qaçaxçîtî”, “xapandin” û “şûştina pereyan” têne tawanbarkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de, 121 şîrketên di nava Can Holdingê,destdanîn li ser kanala Habertürk û Show TV jî.
Li gorî agahiyan, hêzên cendermeyan li avahiyê, ku Habertürk, Show TV û Bloomberg TV jî tê de ne, lêgerînên xwe didomînin.
Dozgerê Giştî yê Küçükçekmeceyê daxuyaniya jêrîn weşand:
Hatiye destnîşankirin ku rêxistinek ji bo kirina sûcan bi rêya şîrketên ku di bin Can Holdingê de dixebitin hatiye damezrandin. Ev rêxistin di planeke piralî ya sextekariya giran, xapandina bacê, veguheztina dahata ji wanra tê ji çavkaniyên nenas bo hesabên şîrketan û şûştina dahatên sûc de beşdar bûye.
Lêpirsîna ku li ser raporên Lijneya Lêpirsîna Sûcên Darayî (MASAK) û raporên lêpirsînê yên ku ji hêla yekîneyên vekolîna darayî ve hatine amadekirin hatiye destpêkirin, eşkere kiriye ku gelek pere ji çavkaniyên nenas bi rêya şîrketên ku di navn Can Holdingê de dixebitin hatine veguheztin. Ev pere ji bo veşartina şopên wan di navbera şîrketên cûda de hatine veguheztin. Bi rêya danûstandinên bê fatûre û belgeyên sexte, berpirsiyariyên bacê hatine sivikkirin.
Hatiye destnîşankirin ku rêxistina sûc a bi armanca qezencê, ku di bin avahiya şîrketeke holdingê de hatiye damezrandin û ji hêla Kemal Can û Mehmet Şakir Can ve tê rêvebirin, bi damezrandina gelek şîrketan di heman warên çalakiyê de mekanîzmayên kontrolkirin û çavdêriyê tevlihev kiriye.
Turgay Ciner di Kanûna Pêşîn a 2024an de hemû hisseyên xwe, tevî Habertürk û Show TV, veguhezt Can Group û ji sektora medyayê vekişiya. Daxuyaniyek ji Can Holdingê wê demê wiha bû:
“Ji bo veguheztina hisseyên Ciner Yayın Holdingê bi Park Group re peymanek hatiye îmzekirin. Em ji Park Groupê re ji bo dilovaniya wan di vê pêvajoyê de spas dikin. Piştî ku veguheztin qediya, veberhênanên me di sektora medyayê de dê di bin serokatiya Birêz Mehmet Kenan Tekdağ, Serokê Lijneya Rêveberiya Ciner Yayın Holdingê de werin kirin.”


