Hilbijartinên perlemana Nerwîc beriya du rojan dest pê kiribûn û duh jî dengdan li seranserî welêt hatin encamdan û encamên wê hatin belavkirin.
Di rikaberiya perlemanê de 8 Kurdan ji 3 partiyên cuda xwe ji bo hilbijartinên perlemena Nerwîc berbijêr kiribûn û du ji wan bi ser ketin.
Yek ji wan berbijêrên serkeftî Manî Huseynî yê ku berbijêrê Endamê Partiya Karker a Nerwîcî ye ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye, û ya din jî berbijêra partiya Komînîst a Sor Seher Aydar e ya ku bi ji Bakurê Kurdistanê ye.
*Bihêzkirna peywendiyan
Manî Huseynî ji Welat TV re got, armanca partiya wî peydakirna kar e û diyar kir, Kurd li Nerwîc gelekî serkeftî ne, û ew weke perlemanter dê li ser bihêzkirna peywendyên Nerwîc û Kurdistanê kar bike.
Huseynî, da zanîn ku serok Mesûd Barzanî sembola Kurdan e û ew kurdbûn û doza xwe ji bîr nake û ew ê kar li ser bike.
Manî Huseynî duyemîn car e dibe perlemanter li welatê Nerwîc.


