Rayadarên Îsraîlî îdîa dikin ku êrîşa Îsraîlê li Qeterê, ku komek berpirsên payebilind ên Hamasê kiriye armanc, dê alîkariya pêşxistina danûstandinên ji bo rêkeftina rehîneyan bike.
Çavkaniyek Îsraîlî ji rojnemeya The Jerusalem Post re got, “Di destpêkê de, ihtimala ku, Hamas di danûstandinê dil destê Hamasê de tu pêşveçûn nabe. lê di dawiyê de – danûstandin dê ji nû ve dest pê bikin.”
Çavkaniyê zêde kir ku, bi texmîna ku çend serokên payebilind ên Hamasê yên ku di avahiyê de bûn hatine kuştin, yekane kesayetiya payebilind ku sax maye, ji ber ku ew li wir nebû, berpirsê Hamasê Xalid Meşal e.
Çavkaniyê zelal kir, “Ne ku Meşal pragmatîk e, lê di hefteyên dawî de ew kesayetiyên din ên payebilind ên Hamasê teşwîq kiriye ku bi rêkeftinê re berdewam bikin.”
Berpirsek Îsrailî ji malabatên girtiyare da xûyakirin ku: “Tevî nermbûna girîng a Îsraîlê û danûstandinên dirêj, vê serokatiyê pêşveçûna ber bi peymanekê ve têk bir, têgihîştin binpê kir û gelek zehmetî û astengî afirandin.”
Rayedarên Îsraîlî jî bawer dikin ku kuştin dê rola Qeterê di pêvajoya danûstandinan de bi girîngî kêm bike.
Serokwezîr Îsrailê Benjamin Netanyahu di çalakiya Roja Serxwebûnê ya Balyozxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de li Muzexaneya Toleransê axivî û behsa operasyona li Qeterê kir û got, “Îro, derfetek bêhempa derket holê ku rêberên payebilind ên Hamasê li derveyî welêt werin tunekirin. “
Serokê Amerîkayê Donald Trump bawer dike ku êrîşa Îsraîlê li ser hedefên Hamasê li Qeterê nebaş bû, û wî ji alîkarekî xwe yê payebilind, Steve Witkoff, xwest ku Qeterê hişyar bike ku êrîş tê.
Berdevkê wezareta derve ya Qeterê Mecîd El-Ensari got ku banga yek ji rayedarên Amerîkî dema ku dengê teqînan hat bihîstin hat wergirtin, û berî êrîşê nehat peyam nehat wergirtin.
Sekretera çapemeniyê ya Qesra Spî Karoline Leavitt ji rojnamevanan re got ku Trump piştî êrîşan hem bi Netanyahu û hem jî bi emîrê Qeterê re axivî.
Trump ji rêberê Qeterê re piştrast kir ku “tiştek wisa dê careke din li ser axa wan çênebe.”


