CHP hana xwe digihînê MHPê..!

CHP dikele, hem ji alyekî ve ketine di nava çerxên dadgehan de hem jî di nava xwe de dijberiyek berfireh dijî. Muxalefeta di nava CHPê de, îdia kir ku, Ozgur Ozel û hevalên xwe bi hileyan karine kongreyê bistînin û desthilata CHPê destvebînin. Lê gelek berpirsên CHPê serî li dadgehê dane û îdia kirine ku, kongreya Stanbulê û ya Giştî de bê usûlî çêbûne.
Di vê fetrê de serokê CHPê yê berê Hikmet Çetin serdana serokê MHPê kir û ji bo rewşa ku CHP têre derbas dibe doza arikariyê lê kir. Niha jî piştî tayinkirina qayûm ji bo serokatiya CHPê ya Stanbulê, cardin Hikmet Çetîn serdana MHPê kir û vê carê li gel cîgirê Bahçelî Feti Yıldız civiya.
Piştî hevdîtinê, Çetin got, “Kemal Kiliçdaroglu dixwaze partiyê bi rê ve bibe. Birêz Kemal tiştekî nabêje. Ez bawer dikim ku niyeta wî wisa ye, lê ew ê pir xirab be; ew ê nikaribe derkeve kolanan.”
Di vê navberê de, Çetin diyar kir ku Yıldız li dijî tayînkirina qeyûm derketiye û îdia kiriye ku ew xelet e.


