
Hikûmeta Sûrî Encûmena Niştîmanî ya Kurdî vexwendî serdana Şamê dike, ji bo encamdana hevdîtinekê li gel serokatiya Sûriyê û gengeşekirina pêşhateyên dawîn û doza Kurdî li Sûriyê.
Jêdereke nêzîk hikûmeta Sûrî ji Welat TV re da zanîn ku ev vexwendin dikeve di çarçoveya destpêkirina qonaxekê ji karê hevbeş de li gorî bingehên niştîmanî, û amaje kir ku ENKSê ji destpêka şoreşa Sûrî ve beşek bû ji opozisyonê û beşdarî di hemû kongir û çalakiyên siyasî yên girêdayê wê de, kiriye.
*”Dibe El-Şeri´ pêşwaziya şanda ENKSê bike”
Derbarê aliyê ku dê pêşwaziya şanda ENKS bike, wê jêderê diyar kir ku rêvebriya Sûriyê vekirî ye li ser çareserkirina hemû doseyên girêdayî Kurdan, û serbar kir ku dibe şand ji aliyê serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri´ ve were pêşwazîkirin an jî ji aliyê Wezîrê Derve Es´ed El-Şeybaî ve.
*”15 serkirdeyên ENKS serdana Şamê dikin”
Ji aliyê xwe ve, jêdereke siyasî ji Qamişlo ji Welat TV re tekez kir ku ENKSê vexwendineke fermî bo serdana Şamê wergirtiye, û şandeke ku ji 15 serkirdeyan pêk tê hatiye avakirin bo serdana Şamê di dema bê de: ”Ev serdan dikeve di çarçoveya cidiyeta encûmenê ji bo encamdana diyalogeke niştîmanî ya giştgir de”.
*”Daxwazên ENKS li gor derencamîn konfiransa 26ê Nîsanê ne”
Wê jêderê diyar kir ku ENKS di hersê rojên bûrî de aliyên Kurdî agadar kirine ku daxwazên wê dê li gor derencamên Konfiransa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî yê ku 26ê Nîsanê li Qamişlo hatibû lidarxistin, bin.
Piştî 10 Adara bûrî, şandên HSD û ”Rêveberiya Xweser” hejmarek civînên eşkere û nehênî li gel rêveberiya Sûriyê li Şamê û derveyî wê encam dane, lê ew civîn negihiştin tu encamên berçav ta niha.
Duh jî, Şêwirmendê ragihandinê yê Serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri’ Ehmed Miwefeq Zêdan got: ”Kurd weke pêkhateyên din stûnên dewleta Sûrî ne”.


