Cîhan

Gursel Tekin ket avahiya CHPê ya Stanbulê…

Tedbîrên ewlehiyê yên ku polîsan li ber Navenda Parêzgeha CHP ya Stenbolê ya li Sariyerê girtine, ji dohî evarîve berdewam dike.

Li ber Navenda Parêzgeha CHPê ya Stenbolê, di navbera polîs û endamên CHP de demek alozî derket. Endamên CHPê hewldan êrîşê Gursel Tekin bikin(Qayûm). Tekin di bin miheweleya êrîşan de daxûyaniyek da med yayê û got: “Em bi tevahî rehet in. Ne pirsgirêk e; heke bixwazin dikarin gula jî berdin.”

Gürsel Tekin, endamê Lijneya Demkî ku di 2ê Îlonê de ji aliyê Dadgeha Stenbolê ve ji bo bikaranîna desthilatên Serok û Lijneya Rêveber a CHPê ya Stenbolê wekî tedbîrekî hatiye tayînkirin, Tekin doh ragihandîbû ku ew ê îro biçe Navenda Parêzgeha Stenbolê ya CHPê. Piştî vê daxuyaniyê, gelek endamên CHPê yên ku çûn avahiya partiyê çevîdin li wê derê man û polisan jî gelek tedbîrên ewlehiyê girtin.

Gürsel Tekin ket nava avahiya CHPêû daxûyaniyek da rojnemevanan û got:

“Em dizanin biryarên dadgehê çiqas siyasî ne, lê ev mijarek navxweyî ya partiyê ye. Ev biryarek di dema pêvajoya dadwerî de hat dayîn. Em dixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin. Em tenê ji bo rizgarkirina partiya xwe dixebitin. Em ê şer nekin; em ê dost û dijmina ji hev veqetînin.” Berdewamiya daxûyaniya xwe de Tekin got: Ji ber ku peyva ‘qayûm’ gelekî xirabe ji minre dibêjin Qayûm Lê ezê bersiva berpirsên CHPê bidim.

Tekin got: “Şerm e, ev xezîneya neteweyî ya partiya me ye. Em ê ji niha û pê ve bêtir biaxivin. Em ji karê ku me girtiye ser xwe haydar in. Em ê pirsgirêkan çareser bikin. Em nehatine ku kesî bikujin,” Ji aliyê din ve, Tekîn ji kesên ku bertek nîşanî wî dan re got, “Zarono min provoke nekin. Ez bibim kabûsa çeteyên binasaziyan”

Beşek axavtina xwe de Tekin ji endamên CHPê yên ku ew protesto dikiran re got: Hevalno, ez ji 17 saliya xwe ve endamê vê partiyê me. Ez kesên pêwistre tekiliya datînim. Ma ne tiştek xwezayiye ku ez bi hevalên xwe re di pêwendiyekî de bim? Ez hatime daku pirsgirêkan çareser bikim.

Back to top button