Civak

Li Izmirê du polis hatin kuştin

Li navçeya Balçova ya Îzmîrê li dijî bingehekî Polîsan êrîşeke çekdarî pêk hat. Du polîs hatin kuştin û du polîsên din jî birîndar bûn, birîna yekî ji wan giran e. Tê gotin ku êrîşkar 16 salî bû. Wezîrê Karên Navxwe Yerlikaya navên qurbaniyan li ser medyaya civakî parve kir, di heman demê de Wezîrê Dadê Tunç ragihand ku, Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê lêpirsîneke dadwerî li ser êrîşa çekdarî ya li ser bingehê polîsan daye destpêkirin.


Piştî bûyerê malbata êrîşkar daxuyaniyek balkêş weşand. Kesek ji malbatê bi Seyhan Avşar a rojnameya Gerçek Gündemê re axivî û got: “Kî dixwaze zarokê wan tiştekî wisa bike? Zarokê me di van demên dawî de serdana malperên cûrbecûr dikira Dayika wî ew tirsand. Wê got, ‘Ez ê giliya te li ba polisan bikim. Di van demên dawî de, ew ji me hemûyan re dibêje, ‘Hûn kafir in.’ Ew her tim dua dikir. Bi gelemperî ew zarokekî tirsonek bû. Xwezî me malperên ku ew ziyaret kiriye ji polîsan re ragihandiba. Werin em telefona wî binêrin. Ew ê têkiliyên wî eşkere bike.”


Wezîrê Karên Navxwe Elî Yerlîkaya li ser medyaya civakî peyamek derbarê êrîşê de ragihand. Yerlîkaya ragihand ku, du polîs şehîd bûne û du yên din jî birîndar bûne, birîna yek ji wan girane. Wezîr Yerlikaya di peyama xwe de ev tişt gotin: “Li dijî Bingehê Polîsan a Balçova Salih Îşgören a Îzmîrê êrîşeke çekdarî pêk hat. Mixabin, di encama vê êrîşa hovane de, Serokê Polîsê Pile Yekem ê me, Muhsin Aydemir û Polîsê me Hasan Akın şehîd bûn. Polîs Ömer Amilağ bi giranî û polîs Murat Dağlı jî bi sivikî birîndar bûn. Ez ji bo şehîdên me yên qehreman rehma Xwedê û ji bo birîndaran jî şîfayê dixwazim. Gumanbarê bûyerê E.B. (16) hatiye girtin. Li ser bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin. Raya giştî dê ji pêşketinan were agahdarkirin.”


Waliyê Îzmîrê Süleyman Elban ev agahî da: “Ev kolanek qerebalix e. Yek ji welatiyên me di dema pevçûnê de ji destê xwe sivik birîndar bû. Em pir xemgîn in. Sersaxiyê ji hêzên polîs û miletê me re dixwazim. Em bûyerê ji gelek perspektîfan ve lêkolîn dikin. Kujer ê gumanbar xwendekarekî lîseyê yê 16 salî ye ku li vê kolanê dijî. Heta niha tu qeyda wî ya sûc tune. Ne fermana girtinê, ne qeydên binçavkirinê û ne jî qeydên îfadeyan hene. Li ser rê gelek guleyên tifingê hene. Tifinga ku bavê wî 10 sal berê kirîbû hatiye bikaranîn

Back to top button