ENKS di devera Koçeran de nivîsgeheke xwe vekir

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê nivîsgeheke xwe li devera Koçera li gundewarê Dêrika Rojavayê Kurdistanê vekir.
Duh 6ê Êlûna 2025an, merasîmên vekirina nivîsgehê bi amadebûna endam û kadirên partiyên ENKS û şêniyên deverê bi rê ve çûn.
*”Xizmeta doza Kurdî”
Serokê Xwecihiya Koçera ya ENKS Reşad Nûrî, di daxuyaniyekê de ji Welat TV re got: Vekirina nivîsgehê ji bo xizmetkirina doza Kurdî ye, her weha dê çalakiyên xwe li ser bingeha vê armancê bi rê ve bibe, ji bilî wê jî, dê rola ENKS li ser qada siyasî û civakî bihêz bike.
*Piştevanîkirina Konfiransa Yekrêziyê
Ji aliyê xwe ve, endamê Desteya Serokatiya ENKS Ibrahîm Xelef, diyar kir ku vekirina vê nivîsgehê gaveke girîng e, ji bo têkilî û peywendî bihêztir bibin. Ev gav di çarçoveya piştevanîkirina derencamên Konfiransa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî tê.
*Çalakiyên rewşnbîrî û civakî
Li ser asta xizmetguzarî, Ibrahîm Xelef diyar kir ku, nivîsgeh dê kar ji bo xizmeta şêniyên deverê bike, û dê çalakiyên rewşnbîrî û civakî pêşkêş bike.


