Têbinîyek..! (7)

Roja ku, pêvajoya bi insiyatifa dewletê bi navê ”Pêvajoya Tirkiyeya Bê Teror” destpêkirî heta niha gelek gotubêjên cuda têne kirin. Di vê pêvajoyê de şiroveyên têne kirin gelek balkêşin, ji ber ku piranî bi tenê berjewendiyên dewletê di destê yekem de bingeh digrin. Evy ek ji aliyê rojnemevan, rewşenbir, nivîskar û hemû cureyên kesayetên tirk ve û hinek kurdên nêzik politikayên dewletê û heta beşek di nava PKKê de tê kirin.
Ocalan û hinek aliyên Kemalistên di nava DEMê de jî heman tiştê dikin. Ya tehl ewe ku, çepelên Kemalist bi navê Kurda binpêkirina daxwazên Kurda yên netewî dikin. Eve li mirov zehmet tê. Kurd jî eger bi zawiya berjewendiyên netewî destxistina mafên rewa de li vê pirsê binêrin û nirxandinên xwe bikin dê behtir kêmasî bê jî bikaribin hinek guhertina di vê pêvajoyê de bêxin di xizmeta tevgera xwe de.
Em hemû dizanin PKK rastiyek tehl a milletê Kurd e. Bi salane tê gotin û niha jî heman tişt derbas dibe. Heta Tevgera Kurd tevgera PKKê bi awayek rasteqînî nebîne nikarê pêşîya xwe bibîne. Mixabin rastiyeka me ye.
Me bivê nevê PKK tevgerek gelek berfirehe. Sedemên wê çibin her kesek aliyê xwe ve dinirxîne. PKK hemû awayên rêxistinî di nav xwe xwedî kirine. Lê ev yek hemû heta wek îro zererên mezin dane Tevgera azadixwaz a Kurdistanê. Îro qonaxek din destpêkiriye. Hêdî Ocalan bi xwe rûyê PKKê û rastiya PKKê ji vî miletî re eşkere kiriye. Ocalan berê jî behsa rastiya xwe û PKKê kiriye, lê kesekî nedixwest têbigihê. Bê guman sedemên vê gelekin. Heta ev yek bi serê xwe babeteke lêkolinek zanyariye.
Niha bi awayekî ji alê dewletê ve serokê MHPê Bahçelî wek berdevkê vê pêvajoyê tevdigere. MHPê daxûyakirin ku, bila heyetek ji Komisyona di parlementoyê de hatî avakirin herê Îmralî serdana Îmralî bike û guh bide Ocalan. Hinek berpirsên PKK her çikas dibêjin ku, endezyarê pêvajoyê Ocalan e û gotina wî derbas dibe, lê bere jî daxûyaniyên din didin.Yanî di nava tevgera PKKê de dijitiyek li himber vê pêvajoyê heye.
Bê guman di bingehê PKKê û rêxistin û dezgehên pê ve girêdayî de, kurdên niştiman perwer gelekin. Ihtimala ku ev kurd rastiya xwe bibînin geleke. Dê ev insan bi awayekî ber bi xetek netewî ve herin. Dê hingê reş û spî behtir ji hev veqete.
Ji bîr nekin ji bilî PKKê û partiyên Kurdan gelek dezgeh û rêxistinên civakî hene ku, nûnertiya civata kurd li bakurê Kurdistanê dikin. Gelek alî hene ku bi hemû imkanên xwe zimanê Kurdî, çanda Kurdî orf û edetên kurdî diparêzin. Ev hemû ji bo civata kurd serkeftineke. Herweha dê pêşerojê de ev alî bikaribin awayek siyasî jî ji bo mafên rewa ên Kurda tevbigerin….
7.9.2025
Nêrîn/ şirove


